Tirkiye ji Misir û Tinûsê re nabe model

Tirkiye ji Misir û Tinûsê re nabe model

Yek ji rojnamevanên bi bandor yên Îngilîstanê Mehdî Hesen bi lêv kir ku, li Tirkiyeyê binpêkirinên azadiya fikir hemû pîvanên medenî yên têne zanîn derbaz kirine, her wiha aşkera kir ku, Enqere ji welatên Tinûs û Misrê re nabe model.

Pêşkêşvanê bi nav û deng yê bernameya “The Café” Mehdî Hesen ku di El Cezîreya Îngilîzî de weşanê dike, di meqaleyekî di rojnameya The Guardian de nivîsandî de got ku, li Tirkiyeyê azadiya ramanê ber bi windabûnê ve diçe, her wiha hikumeta AKP’ê bi zimanek tund rexne kir.

Di heman demê de Hesen ku di Kovara New Statesman de edîtorê siyasetê ye, bal kişand ku, Tirkiye di cîhanê de welatê herî zêde rojnamevan xistine girtîgehê ye, Tirkiyeyê di vê qadê de Îran û Çîn li paş xwe hiştiye.

Hesen destnîşan dike ku, li Tirkiyeyê ne tenê rojnamevan, xwendekar, akademîsyen, hunermend û wekîlên muxalîf ji ber ku hikumeta Recep Tayîp Erdogan rexne kirine bûne hedef. Hesen aşkera kir ku, beriya çend roj serdana Stenbolê kiribû û hewayekî tirsê lê serdest e.

Hesen bi lêv kir ku, di rojên destpêkê yên li Tirkiyeyê xebatkarek yê El Cezîreyê li gel wî hate binçavkirin û hemû tişt û miştên wan hatin lêgerîn. Hesen anî ziman ku, di nivîsek ya wî ya li wir de ji ber tespîta “her ku hikumet diçe otorîtertir dibe” polîsan îtîraz kir.

Hesen cih da daxuyaniya Erdogan ku pirtûka Ahmet Şik şibandibû bombeyê û ragihand ku, li pişt perdeya çapemeniyê zextek mezin ya hikumetê heye.

Hesen, Nûray Merta ku di meha Sibatê de her tim Erdogan rexne dikir, ji rojnameya Milliyetê hat avêtin û ji bernameya televîzyonê jî derxist bi bîr xist, her wiha axaftina xwe anî ser xwendekarên hefteya borî ji ber ku pankart vekirine rastî 8,5 cezayê girtîgehê hatine jî.

Hesen diyar kir ku, li Tirkiyeyê binpêkirinên azadiya fikir hemû pîvanên medenî yên têne zanîn derbaz kirine, her wiha Tirkiye ji welatên Tinûs û Misrê re nabe model.

Niha, li Tirkiyeyê 107 rojnamevan li girtîgehan girtî ne. Welatekî ku ji 10 hezaran zêdetir doz li ser rojnamevana heyî, li cîhanê di mijara azadiya çapemeniyê de di nav 197 welatan de di rêza 117’mîn de ye.