Tirkiyê têlên sînor ji bo çeteyan rakirin

Tirkiyê têlên sînor ji bo çeteyan rakirin

 Hate ragihandin ku leşkerên Tirkiyê beşa dikeve navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê yê sînorê Rojavayê Kurdistanê ji bo derbasbûna komên çete vekiriye û têlên sînor rakirine.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku leşkeran di saetên êvarê de beşa sînor a di navbera gundên Erada û Feqîran ên 30 kîlometre dikevin rojhilatê Serêkaniyê ji bo komên çektar vekirine. Hate gotin ku leşkeran têlên sînor rakirine.

Duh jî hatibû gotin ku 20 endamên komên çete di sînorê Tirkiyê re derbasî gundê Elok ku niha şer û pevçûn lê didomin, bûne.