Tokçu ku ji aliyê polîsan ve birîndar bû emeliyat kirin
Tokçu ku ji aliyê polîsan ve birîndar bû emeliyat kirin
Tokçu ku ji aliyê polîsan ve birîndar bû emeliyat kirin
Bemal Tokçu a 25 salî ku tevlî merasima cenazeyên 2 welatiyên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bû, dîsa rastî mudaxaleya polîsan hat û ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû. Tokçu ku rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê emeliyat bû.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr (35) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) polîsan dîsa bi çekan mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de ketober gule berdan hewayê. Di mudaxaleyê de Bêmal Tokçu (25) ji serê xwe ve bi girani birîndar bû. Tokçu rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tokçu ku sewqî Wanê hat kirin, emeliyat bû. Hat zanîn ku hêj Tokçu nehatiye ser hişê xwe û rewşa wê giran e.