Topên çeteyan li Serêkaniya Serxetê ketin

Topên çeteyan li Serêkaniya Serxetê ketin

Topên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li Serêkaniya Serxetê ket. Hate gotin ji topên çeteyan dumana zer derdiket û kesên li nêzî cihê topêbûn jehrî bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin topek çeteyên DAIŞ'ê ku ji duh ve di nava wan û hêzên YPG'ê de bi dijwarê şer didome de li Serêkaniya Serxetê ketiye. Hate gotin ku topek  li qereqolek leşkerî ya nêzî avahiya qayîmmeqamiyê ketiye û di encamê de ziyan gihiştiye qata yekem a avahiyê. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji topên çeteyan dûmana zer derdiket û welatî û leşkerên di avahiyê debûn verşiyane û jehrî bûne. Welatiyan dan zanîn ku tê gumankirin ku di topên çeteyan de gazên kîmyawî heye.

Li aliyê din jî bi dehan welatiyên Serêkaniya Serxetê hatin cem hev û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bertek nîşan dan. Welatiyan bê navber diruşmeyên "Bijî YPG" davêtin.