Tore û Taş qezeya trafqê derbas kirin

Tore û Taş qezeya trafqê derbas kirin

Wesayîta ku Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore û serokê BDP’a Şemzînanê A.Cabbar Taş têde bû qezaya trafîqê derbas kir. Hate hînbûn ku Tore û Taş rakirine nexweşdaneyê û rewşa wan baş e.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta ku serokê BDP’a Şemzînanê Abdulcabbar Taş di ajot û ji navçeya Gevera Colemêrgê berbi Şemzînanê ve diçû, li ser riya Gever-Şemîzanînê ji ber çalên avê kontrolê derketiye û qelibiye.  Wesayîta ku şaredarê Şemzînanê Sedat Tore jî tê de bû piştî teqle avêt, ket golek biçûk ya ligel rê.

Tore û Taş bi hatina ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate hînbûn ku xetereya jiyanê ya Taş û Tore nîne û rewşa wan başe.