Tosûn ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Tosûn ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Tosûn ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Endamê MLKP’ê Serkan Tosûn û şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li Rojava jiyana xwe ji dest da, piştî merasima li Cemxaneya Gazî hate li darxistin ji aliyê hezaran ve hate defin kirin. Di merasima cenaze de mamê Serkan Tosûn, Şukrî Tosûn axivî û got: “Serkan weke Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya yê ser dida sir nedida bû. Serkan zimanê dayîka xwe û çanda xwe dixwest. Nedixwest hebûna wî ji kesekê re nebe xelat.”
Endamê Partiya Komînîst ya Marksîst-Lenînîst (MLKP) Serkan Tosûn ku di pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, piştî merasima olî ya li Cemxaneya Gazî hate kirin, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Gazî ya li nêzî Qereqola Kevin bimeşekê hate defin kirin.
Merasima cenaze bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di pevçûna Rojava de jiyana xwe jidest dane destpê kir. Piştî ku cenaze anîn Rawestgeha Qereqola Kevin, li vir bihezaran kes hatin gel hev û pankarta “Rêheval Serkan di tekoşîna me de jiyan dike” vekirin û sloganên “Ji kesên li Rojava tekoşîn dikin şer dikin re hezar silav, “Bijî PKK, bijî partiya me MLKP”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rêheval Serkan bêmirin e”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serkan Tosun, her wiha alên KCK, PKK û YPG’ê hatin hilgirtin, Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahet Tuncel û Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê piştgirî danê. Di meşê de piraniya pankart sor bûn, li Cemxaneya Gazî milîtanên MLKP’ê tevlî meşê bûn û cenaze hilgirtin. Balkêş bû ku, di destê milîtanên MLKP’ê de çek hebûn. Di meşê de sirûd hatin gotin.
Piştî meşê di ketina goristanê de milîtanê MLKP’ê axaftinek kir û got: “Rêheval Serkan weke milîtanekî MLKP’ê çû Rojava û li wir şehîd ket. Rêheval Serkan hertim li gorî pêwîstiyên partî û şoreşê tekoşîn meşand. Li Rojava bi çeka xwe li gel gelê Kurd tekoşîn meşand. Ew ji me re rêya ku em têde bimeşin nîşanî me dide. Em jî weke Rêhevalê xwe Serkan pêwîste rêya Rojava bigirîn û li gel gelê Rojava tekoşînê bidîn meşandin.”
Piştî axaftinê cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hate oxir kirin. Piştî cenaze hate veşartin li ser “şehîdên şoreşê” deqîqeyek rêzgirtinê hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê MP ESP’ê Erkan Salduz axivî. Salduz da diyarkirin ku, Serkan jiyanekî birûmet hilbijartiye û got: “Milîtanekî egîd ê temenê xwe daye şoreş û sosyalîzmê ye. Bi hêza ku ji gelê xwe girtiye, di xeta enternasyonalê de çûye Rojava û bi hêzên pêşeng ên gelê Kurd re jiyana xwe daniye holê. Em dê hemû hevalên xwe himbêz bikin.”
Di merasimê de mamê Tosûn Şukrî Tosûn axivî û diyar kir ku, ew mîrasê biraziyê wan Tosûn ji wan re hiştiye dê li erdê nehêlin û got: “Yek ji me dimire hezar ji nû ve radibin, aha weke ku niha em hezar li virin. Serkan weke Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ser dida sir nedida bû. Serkan zimanê xwe çanda xwe dixwest. Nedixwest hebûna wî ji kesekê re xelat be. Ma gelek tişt dixwest?
Hevserokê BDP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngol jî aşkera kir ku, wana Tosûn ber bi rêwîtiyekî bêmirinê ve rêkiriye û anî ziman ku, “Rêhevalê me Serkan tam hêjayî şoreşgertiyê li Rojava şehîd ket. Serkan şehîdê Rojava, Kurdistan û Rojhilata Navîne. Em soz didin ku, vê alê bilind bikîn.”
Piştî girse ji goristanaê vegeriya li Cemxaneya Gazî xwarin hate dayîn.
Endamê MYK BDP’ê Huseyîn Gozen, Alîkarê Serokê Giştî yê SDP’ê Ufuk Gullu, meclisên bajar û navçeyên HDK’ê, rêveberên navçe û bajar ên BDP’a Stenbolê, YAKAY-DER, TUAD, DIYA-DER, ODAD, Sekna Şoreşger û Proleter û endamên SDP’ê tevlî merasim û meşê bûn.