Li Tirkiye, li Amed, Erzirom û Trakyayê, amadekariyên derxistina Gaza Zinaran yê ku rê li ber erdhêj û pirsgirêkên giran yên hawirê vedikin, tê kirin. Rayedarên Tirk vê yekê wekî ‘hêviyek nû’ bi nav dike. Lê Gaza Zinaran ku li hemû cîhanê wekî alternatîfa gazaxwezayî û pertrolê dihat zanîn, xeteriyê cidî belav dike.
Bankya Sberbank a Rusyayê piştî ku hişyariya Gazpromê bike, Rusyayê li ser Gaza Zinar yê Tikiyeyê diyar kir ku potansiyeleke wê ku hevsengiya enerjiya navnetewî biguherîne û ziyana wê pir heye.
Sberbank diyar kir ku Gazprom di sala 2016’an de para xwe ya li Ewropayê dê beşeke mezin wenda bike. Axaftina Putîn a meha Nîsanê fikara Rusyayê ya di vê mijarê de dexistibû holê. Her wiha çapemeniya Rûs jî fikara xwe bi awayekî aşkere derxistibû pêş. DYA pêwistiya xwe ya 231 salî dêji Gaza Zinar derxîne. Xebatê wan li Tikriyeyê û hin welatên Ewropayê dest pê kirin.
ŞOREŞA GAZÊ
Navê Gaza Zinaran a orjînal Shlae. Li 38 welatî di 48 çavkaniyên cuda de ye û din ava wê de metan heye û ji malba gazaxwezayî tê. Yekemîn sondaja wê di sala 1821’ê li Amerîkayê bi armanca bazirganiyê hatibû. Hilberîna wê jî di 2000’î de hatibû. Di 2002’an zêdetir bû. her diçe zêde dibe û jiber vê jî wekî şoreşa gazê tê binavkirin. Ji 2009’an li DYA’ê lîdere. Nêzî 745,3 mîlyar metre kup gaz yanî ji sedî 40 zinarê gazê ye, hate hilberandn. Di 2010’an de şîrketa herî mezin a cîhanê jib o lêkolÎnê 21 mîlyar dolar xerc kir. lê xebatên lêkolîn û derxistinê bi teklojiya pêvek her diçe kêm dibe.
Li cîhanê tê texmînkirin ku 200 trîlyon metre kup rezerveyên wê hene. Lê ya gazaxwezayî 187,1 trîlyon metre kup bû. Tê payîn ku di sala 2018’an de salê 180 mîlyar metre kup derxînin. Di nexşeya gaza cîhanê de Rusya, Cezayî û Katar hebû. Ji Çavkaniyên Sibiryayê, ji aliyê şîrketên Gazpromê dişandin Ewropayê û ji wir jî dişandin welatên Kendavê. Bi Gaza Zinaran dê guhertinên cidî pêk werin. Ji Arjantînê dest pê dike heta Komara Efrîkaya Başûr, ji Meksîkayê dest pê dike heta Polonyayê û gelek welatên din dê gaza zinanaran derxînin.
Ji niha de Hindîstanê serî li Washîngtonê daye. Şîrketa Çînê li herêma Sîchuan xebat dan destpêkirin. Hikûmeta Ûkraynayê ji bo xebatên xwe yên herêma Donetsk û Lvîv bi şîrketên Royal Dutch, Shell û Chevron re li hev kir.
ÇAVKAKANIYÊN GIRÎNG LI AMED Û ERZIROMÊ NE
Gaza Shale li 32 welat 48 herêmî tê dîtin. Tê gotin ku Rezerveke mezin li Kurdistan û Tikriyeyê ye. Ev çavkanî li Erzirom, Amed û Trakayê ye. Di meha gulanê de li gorî daxuyaniya ku Zorlu Holdîng hate dayîn Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê di serî li Trakyayê û hemû cihên din dê xebatên sondajê bên kirin. Midûrê Herêma Trakya AŞ ya Belavkariya Gazaxwezayî ya Trakya Gazdaşê Tamer Aksalan daxuyanî da û îdia kir ku metoda Gaza Zinaran ji bo Tikryeyê hêviyek nû ye û got dê li 3 nokteyêncuda sondaj bê kirin. Aksalan wiha gotibû: “TPAO li Amed, Erzirom û Trakyayê tespîrkirin. 20 trîlyon metrekup gaz hatiye tespîtkirin. Ev gaz dê me ji welatên derve xilas bike. Di meha hezîranê de dê xebatên yekemîn dest pê bikin.
XETERIYA WÊ
Ya yekemîn Gaza Zinar di kurahiya binê erdê de cih digire. Di rewşa ku derkeve de hemû avên binê erdê dê qirêj bibin. Her wiha dîsa cihê ku jê derkeve jî hewaya wir xera dike. Herwiha hevsengiya erdnîgariyê jî xera dike û dibe kur ê li ber erdhêjan vebike. Ji ber vê jî gelek welat li dijî vê ne. Frensa û Bûlgarîstanê ev qedexe kir. Li Îngîlîstanê, Efrîkaya Başûr û Kanedayê , Spanayayê jî hate rawestandin.