Tu yî yê ku giliyê şaredarê AKP’yî dike?

Tu yî yê ku giliyê şaredarê AKP’yî dike?

Li navçeya Çemîşgezek ya Dêrsimê keyayê gund ku xwest şaredarê AKP’yî gilî bike, serê wî ket belayê.  Daxwaznameyên ku dişand Enqereyê hatin desteserkirin û her wiha hate binçavkirin û dozgeriyê jî  bi Îdiaya îftirayê lêpirsîn vekir.

Li gorî nûçeya Aykut Kuçukkaya ya Cumhuriyetê,  keyayê gundê Çemîşgezekê  şaredarê AKP’î, Levent Yildiz,  ji bo gilî Navenda AKP’ê bike ketiya nava tevgerê.  Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku şaredar Elewî û Sunnîyan ji hev cuda digire û piştî şardar Yildiz agahiyê digire  der barê mijarê de serlêdana sûc dike. Dozgerî û polîs bi lez û bez ketin nav tevgerê û keya binçav kirin û dest danîn ser daxwaznameyên wî. Dozgeriya Çemîşgezekê jî der barê keya de lêpirsîn da dest pêkirin.

Li gorî rojnameyê bûyer wiha qewimiye:

“Di 18’ê çile de saet di 21.50’î de Şaredarê AKP’ê Metîn Levent Yildiz diçe midûriyeta polîsan û xwe weke mexdur nîşan dide û dibêje; Îro keyayê gundê Cebe Îsmaîl Acun hat cem min û ji min re got keyayê gundê Saribalta û serokê komeleya Keyayan Alî Haydar Polat, jê re gotiye ku belgeyeke ku divê hemû keya îmze bikin heye û ev ewraq jî dê ji Serokatiya Giştî ya AKP’ê , wezareta karê hundir û Walitiya Dêrsimê re bê şandin. Ez ji ber vê îftirayê dixwazim metna nivîskî bê dîtin.

Di 18’ê çile de saet di 23.30’an de  giliyê şaredar ji dozger Alparslan Turkmen re tê ragihandin û li ser dxwaza dozger kargera Îsmaîl Ozturk tê tespîtkirin û piştre navnîşana Alî Haydar Polat hat tespîtkirin û polîsan girtek girtin.

Di 19’ê çile saet di 11.30’an de dadgeha Cezaya Sulh a Çemîşgezekê biryar hat dayîn k belgeya tê îdiakirin hatiye îmzekirin bê girtin.

Di 19’ê çile saet di 11.50’an li gorî girteka lêgerîn û desteserkirinê  4 daxwazname hatin desteserkirin.

Endama lêpirsîna dozgerê Çemîşgezekê vekiriye bi mereqek mezin tê payîn.