Tûglûk: Bihayê wê çi be jî Bakûr dê Rojava biparêze

Tûglûk: Bihayê wê çi be jî Bakûr dê Rojava biparêze

Meclisa Jinan ya KCD û Hevgirtiyên KCD’ê li dijî ambargoya li ser Rojava bi dirûşima “Roja ji Rojava hiltê dê gelan azad bike" bi tevlîbûna zêdeyî 10 hezar kesan li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê mitîng pêk anî. Jinan di mîtîngê de ambargoya li ser gelê Rojava tê meşandin şermezar kir û xwest Tirkiye bi lezgîn piştgiriya xwe ya çeteyên çekdar bi dawî bike. Di mîtîngê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, diyar kir ku Tirkiye bi çeteyên çekdar mudaxaleyî Kurdistana Sûriyeyê dike û diyar kir ku bihayê wê çibe jî dê Bakûr Rojava biparêze. Tûglûk got: "Li Rojava şoreşa siyasî pêk hatiye" Piştî mîtingê bi hezaran kes heta sînorê rojava meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.”

Meclîsa Jinê ya KCD'ê li ber Navenda Çandê ya Mîtannî ya Nisêbînê bi tevlêbûna zêdeyî 10 hezar kesan mîtîng pêk anî. Li qada mitîngê ya li ser sînorê Rojava pêk hat pankarta “Roja ku ji Rojava hil tê dê gelan azad bike” û “Roja ku li Amarayê derket dê Rojava azad bike” hatin vekirin. Wêneyên 3 jinên Kurd yên siyasetmedar ku di 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, hatin rakirin. Di mitîngê de jin bi cilên gelêrî tevlîbûn û stran û sirûdên aştiyê hatin gotin.

Bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “şehîd namirin” hatin qîrîn. Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, endam û rêveberên komeleyê, endamên Meclisa Jinan ya KCD Nurhayat Altun, Asya Tekîn, Songul Morsumbul, Naşîde Bûlûttekîn, endamên Meclisa BDP’ê û Meclisa Jinan, Hevserokên BDP’a Mêrdînê, endam û rêveberên navçe û bajar, Navenda Jinan ya Peljîn ya Şaredariya Dêrikê, rêveberiya jinan ya BDP’a Qoserê, endamên Meclisa Jinan ya Şaredariya Dêrikê, endam û rêveberên jinan ya BDP’a Mazîdagê tevlîbû.

Di mîtîngê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku li Nêsêbîne rojek dîrokî ye û wiha got: "Heta ku berpirsiyar û kujerên 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin neyên ronîkirin dê tekoşîna me berdewam bike. Jin dê Ewropa û Tirkiyeyê efû nekin. Pêkanînên Newroza 1992'an a li Nisêbînê, komkujiyên Qamişlo û Halepê li ber çavan in. Hemû bi hev girêdayî ne. Kes nikarin bi mayîn û têlên kelem me ji hev perçe bikin. Em dê jin ji bo aştiyek mayinde bi hevre serî rakin.

Hevseroka BDP'ê ya Mêrdîne Sihem Elveren Alp, diyar kir ku gelek hevalên wan di bin operasyonên KCK'ê de niha girtî ne û wiha got: "Têkoşîn û vîna me dê hevalên me yên girtî azad bike." Piştre koma jinan a ji Sûriyê hatin Nisêbînê derketin ser dikê. Li ser navê jinan Leyla Yusuf, anî ziman ku ew aştiyê dixwazin û bi xwîna şehîdên xwe de sînoran ji nava xwe rakin. Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, jî bi kurdî axivî û wiha got: "Em ji bo piştgiriyê bidin Afrin, Qamişlo û Serêkaniyê em niha li qadan in.

'DI DILÊ KURDAN DE TIRS TUNE'

Akat, diyar kir ku gelê Rojava dibêjin kî tê ser desthilatê bila bê tenê daxawza wan demokratîkbûn û parastina mafên nasname û statu ye û wiha got: "Em dê li dijî zilmkaran berxwedana xwe berdewam bikin. Bila her kes baş zanibe ku êdî di dilê kurdan te tirs nemaye. Me berê jî zilm û zordarî qebûl nekir, em dê ji niha û şûnde jî zilm û zorê qebûl nekin. Azadiya Rojava azadiya çar perçeyên Kurdistanê ye. Divê em nîşanî hemû cîhanê bidin ku gelê Rojava ne tenê ye. Azadiya Rojava azadiya Nisêbînê ye."

'LI ROJAVA ŞOREŞA SIYASÎ PÊK HATIYE'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî herî dawî axivî û wiha got. "Em dê ala 3 jinên siyasetmedar ên kurd li erdê nehêlin. Di rojên borî de li navçeya Nisêbînê endamê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe hat qetilkirin. Di serdema ku li Îmraliyê hevdîtin dihat kirin de înfazek wisa pêk hat. Hûn hem dikujin û hem jî dibêjin werin em li hev bên. Têkoşîna aştiyê bi rêzgirtinê pêk tê. Em aştiyek bi hurmet û rûmet dixwazin. Rojhilata navîn di qada civakî û siyasî de di nava guhertinekê re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de mîsyonek dîrokî li ser milê gelê kurd hatiye barkirin. 100 salin gelê kurd di bin metîngerî û bindestiyê de dijî. Gele kurd êdî bê nasname û bêstatuyê qebûl nake. Gelê Rojava rol û mîsyona xwe pêk anîye. Diqada siyasî de peyvira xwe pêk anîye."

'TIRKIYE BI ÇETEYÊN ÇEKDAR MIDAXALEYÎ KURDISTANA ROJAVA KIRIYE'

Tûglûk, diyar kir ku li Rojava di heman demê de şoreşa jinê jî pêk hatiye û wiha got: "Li herêma ku navê jinê nedihat ser ziman, êdî jin di nava civakê de rolekî mezin didin ser xwe. Di nava têkoşînê de bi awayekî çalak cihê xwe digire. Niha jinên Rojava li ser bingehê Xweseriya Demokratîk Zagona Medeniyetê dinivîsin. Hêzên dagirker û metînger li Rojava naxwazin gelê kurd bibin xwedî statu û nasname. Li aliyê din Tirkiye ji ber ku nikare raste rast mudaxale bike niha bi destê çeteyan mudaxaleyê Serêkaniyê dike. Dizanin ku êdi li Rojava şoreşa siyasi pêk hatiye. Dizanin ku êdî nikarin encamê bi dest bixin ji ber vê yekê ji her alî de êrîşê pêk tînin. Em pir aşkere dibêjin ji ku dê bila bê em dê heta dawî mafê gelê Rojava biparêzin. Em dê li gelê Rojava xwedî derkevin. "

Tûglûk bang li Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî kir û xwest li cem gelê Rojava cih bigre û helwesta xwe rast bike. Xwişka Mehmet Şirîn Cebe, Seyran Cebe jî derket ser dikê û gelê beşdarî mîtîngê bûye silav kir.

Girse piştî mîtningê heta sinor meşiyan. Lê polîsan barîkat li pêş girsê ava kir û destûr neda meşê. Li ser vê yekê girse heta sînorê Qamişlo-Nisêbînê meşiya. Girse piştî meşê dîsa heta qada Şirin meşiyan û silogan qêriyan û belav bû.