Tûglûk: Birêz Ocalan vîna vî gel û rêberê vê tevgerê ye
Tûglûk: Birêz Ocalan vîna vî gel û rêberê vê tevgerê ye
Tûglûk: Birêz Ocalan vîna vî gel û rêberê vê tevgerê ye
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk di mitînga Newrozê ya Şirnexê ya li Qada Cumhuriyetê yekemîn car bi tevlîbûna de hezaran kesan hate pîrozkirin de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna vî geliye û wiha got: "Birêz Ocalan vîna vî gel û rêberê vê tevgerê ye. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze em li vê qadê dikirin qêrîn. Em ji Botanê silavan jê re dişînin."
Li Şirnexê bi hezaran kes serê sibê bi 4 aliyan ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Gelê Şirnexê bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û qada Newrozê vegêrandin deryaya rengan. Piştî lêgerînê bi hezaran kes ketin qadê.
Li qadê siloganên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" hatin qîrîn. Li qadê gelek tedbîrên berfireh hatin girtin. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer, alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemîlandin. Li ser dikê pankrata "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" û posterên parlementerên BDP'ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz û şaredarên girtî hatin daliqandin.
Li qadê pankrata bi tirkî û kurdî ya "Newroz pîroz be" hate daliqandin. Posterê Rêveberê BDP'ê Yusuf Ugur ê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da hate vekirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amedekar Hamî Aktî axivî. Pişt axaftinan peymên parlemeterên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz ên girtî hate xwendin.
'DIVÊ ÊDÎ PÊVAJOYA AZADIYA BIRÊZ OCALAN BÊ DESTPÊKIRIN'
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser geşedanên dawî û wiha got: "Em rojên dîrokî dijîn. Di rojên fersenda çareseriya demokratîk pêk hatî de em Newroza 'Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu' li dar dixin. Em pêvajoyekî nû dijîn û em li hemberî komkujiyan li qadan in. Heta aştiyekî bi rûmet pêk tê em dê li qadan bûn û hemû qadan vegerînin Newroz."
Tugluk, bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pêvajoyê û wiha axivî: "Birêz Abdullah Ocalan jî bo xwîn êdî neyê rizandin pêvajoya nû da destpêkirin. Em ji li vê qadê bang dikin. Em kesên siyaseta demokratîk dikin jî li cem Ocalan in. Birêz Ocalan vîna vî gelî û serokê vê tevgerê ye. Heke muzakreyekî rast bê destpêkirin divêşertên wî bên başkirin û ji bo rola xwe baş bilîze em dixwazin Birêz Ocalan azad bibe. Em li vê qadê azadiyê diqêrin. Em ji Botanê silavan dişînin. Divê êdî pêvajoya azadiya Birêz Ocalan bê destpêkirin. Hevdîtinên tên kirin girîng û watedar in. Dibe ku şansê dawî be ji bo aştiyê. Birêz Ocalan ji bo xwîn neyê rêjandin hamleya çareseriyê û aştiyê da destpêkirin. Têkoşîna me têkoşîna rûmetê ye."
Piştî axaftinan pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.