Tûglûk: Peyama Ocalan manîfestoya azadiyê ye

Tûglûk: Peyama Ocalan manîfestoya azadiyê ye

Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk di Newroza biheybet a Amedê de axivî û destekê da peyama Ocalan û got: “Ev peyam manîfestoya azadî, biratî û aştiyê ye. Ev bang ne tenê ji bo kurdan e. Ev bang ji bo hemû gelan û nasnameyan û baweriyan e.”

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket ser dikê û wiha got:
"Em naxwazin tiştekî bêjin. Dem dema siyasetê ye. Dem dema berxwedana gelê kurd e. Dem dema siyaseta deomkratîk û pêvajoyek nû ye. Îro peyamek ji Îmralî û Ocalan hat. Ev peyam manîfestoya azadî, biratî û aştiyê ye. Ev bang ne tenê ji bo kurdan e. Ev bang ji bo hemû gelan û nasnameyan û baweriyan e. Ev bang ji bo azadiya hemû nasname û nirxan e. Mezinandiya herî mezin ev e. Em vê peyama wî silav dikin. Em heta dawî li pey bang û peyama Birêz Ocalan in. Êdî aştî teqez lazim e. Ji bo em aştiyê diyarî gelan bikin ev deynê situyê me ye. Em dê li ser vê axê aştiyê geş bikin."
'BIRÊZ OCALAN GAV AVÊT, ÊDÎ DORA ALIYÊ DIN E'
Tugluk, da zanin ku Ocalan ji bo ev pêvajo pêş bikeve gavên pêwist avêt û wiha berdewam kir: "Lê ji bo ev pêvajo pêş bikeve lazim e aliyêdin jî gavan bavêj in. Pirsgirêk ji înkar û îmhayê dest pê kir. Ziman, nasname, çanda me hat qedexekirin. Îsyana me ji ber vê yekê bû. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê nasname, ziman û çanda me qebûl bibe. Em çiqas mezopotamyayî bin em ew qas anatoliyayî ne. Em dikevin nava pêvajoyek nû ye. Ev pêvajo pêvajoya têkoşînê ye. Werin em bi hevre jibo aştî û demokrasiyê likolanan biqîrin. Em hemû qadan bikin qada tahrîrê. Wê demê em dê karibin aştiyê bi ser bixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li aştiyê xwedî derkevin.

Em bawer dikin ku dê li ser vê axê aştî û azadî bi ser bikeve. Em bawer dikin ku em dê azad bibin û bi ser bikevin. An azadî an azadî."