Tûglûk: Polîs ê kê ye û ji kê re xizmetê dike?
Tûglûk: Polîs ê kê ye û ji kê re xizmetê dike?
Tûglûk: Polîs ê kê ye û ji kê re xizmetê dike?
Li navçeya Riha Serêkaniyê, polîsan avêtin ser Parka 3 Fîdan û bi maşînên TOMA konên nobeda ji bo piştgiriya Rojava xera kirin û dor li parkê girtin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk li vir peyivî û got, "Ev polîs polîsên kê ne, ji kê re xizmetê dikin, me fêm nekirin."
Li Serêkaniya ser xetê, Parka 3 Fîdan a lê konên nobedê yên ji bo piştgiriya Rojava hatin vedan, ji aliyê bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Dûre polîsan bi maşînên zirxî TOMA êrîş birin ser konan. Di encama êrîşê de kon ji holê hatin rakirin û dora parkê jî ji aliyê bi sedan polîs û maşînên zirxî hat pêçandin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk li vê derê axivî û got, "Ji ber drama li bin xetê em îro hatine vir. Ji bo xwe bigihînin gelê xwe em hatine. Lê em rastî êrîşa polîsan tên. Ev polîs bi ku derê ve girêdayî ne, xizmetî ji kê re dikin, me fêm nekirine."
Di vê navberê de, hat ragihandin ku li gel rakirina konan jî Parlamenterên BDP'ê Nûrsel Aydogan, Îbrahîm Bînîcî, Husamettîn Zenderlîoglû, hunermend Ferhat Tûnç û Aysel Tûglûk hînê li parkê ne û bi rayedarên polîsan re hevdîtinê dikin.
Hat hînbûn, piraniya polîsên êrîşî konan kirin ji bajar û navçeyên derdorê hatine anîn û di nava sê rojên dawî de ji Serêkaniya ser xetê zêdeyî hezar polîs hatine şandin.