Tûglûk: Sîstema hiqûqê ya durû di meriyetê de ye
Tûglûk: Sîstema hiqûqê ya durû di meriyetê de ye
Tûglûk: Sîstema hiqûqê ya durû di meriyetê de ye
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk der barê redkirina daxwaza berdana parlamenterên girtî yên BDP'ê de destnîşan kir ku biryarê careke din nîşan daye, sîstema hiqûqê ya durû ku ji bo Kurdan cuda ji bo yên ne Kurd cuda tê meşandin, di meriyetê de ye.
Hevserok Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku redkirina daxwaza berdana 5 parlamenterên BDP'yî nîşan daye ku sîstema hiqûqê ya durû ku ji bo Kurdan cuda ji bo yên ne Kurd cuda tê meşandin, di meriyêt de ye. Tûglûk ragihand ku hemû mafên hiqûqî yên ji herkesî re tê naskirin, dema Kurd dibe mijara gotinê ji nedîtî ve tên û got, "Li hemberî Kurdan hiqûqeke cuda tê meşandin. Hiqûq ne şexsî ye, hiqûq gerdûnî ye. Bê şert û merc ji bo her kesî derbas dibe. Lê belê redkirina daxwaza berdana wekîlên girtî yên BDP'yî, pîvana herî bingehîn a hiqûqê pîvana wekheviyê ji holê rakiriye. Bi vê biryarê re hiqûq careke din hatiye qetilkirin."
Tûglûk ragihand ku bi biryarê re hatiye destnîşankirin ku cihê Kurdan di hiqûqa heyî de nîne û diyar kir ku Kurd di warê welatî, hilbijêr û wekîliyê de xwedî statuyekê nîne.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk anî ziman ku komkujiya li Geverê û redkirina tahliyeya parlamenterên BDP'ê nîşan dide ku dijberên pêvajoyê, di nava tevgerê de ne. Tûglûk da zanîn ku ew têkoşîna welatîbûna wekhev dimeşÎnin û got, "Em ji xwe bawerin ku emê bi ser bixin. Em hêvîdarin dê ev biryara ku pîvana bingehîn a hiqûqê pîvana wekheviyê tine kiriye, were vekişandin û sererastkirin."