Tûglûk: Tekoşîna gelê Kurd pêvajo anî vê rojê

Tûglûk: Tekoşîna gelê Kurd pêvajo anî vê rojê

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku, gelê Kurd gelek bedelên mezin dane û bi têkoşîn û berxwedana xwe gihiştine îro. Tûglûk anî ziman ku, mîmarê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gelê Kurd dê heta dawî li aştî û nirxên xwe xwedî derkeve. Tûglûk da zanîn ku, azadî di destê wan deye û dê bi têkoşîna xwe azadiya xwe û aştiyê bi dest bixin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk, di Newroza Wanê de derket pêşerî 100 hezaran û Newroza gelê Wanê pîroz kir. Tûglûk gel silav kir û wiha got: "Merhaba hûn bi xêr hatin. Newroz pîroz be. Niha gelê Kurd a gelê Wanê azadiyê û aştiyê diqêrin em îro Newrozekî dîrokjî pêk tînin. Em demên dîrokî dijîn. Newroz 2013 an dê bibe Newroz azadiyê û atşiyê. Li vir bûn vîna bûne. Li vir ji birêz ocalan re azadî xwestin e. "

‘TEKOŞÎNA GELÊ KURD PÊVAJO ANÎ VÊ ROJÊ’

Tûglûk da zanîn ku dê bi têkoşîn û berxwdana xwe rojekê teqez azadiya xwe bi dest bixin û wiha got: "Gelê me ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têkoşinek mezin da. Bedelên mezin da. Ger ku îro li Tirkiyeyê hêviyên aştî, çaraserî û demokratiyê pêş ketiye bi xêra têkoşîna gelê Kurd e. Ji ber vê yekê em dibêjin bila kes xwe wekî qasid û hawariyê aştiyê nîşan nede. Gelê Kurd baweriya xwe bi Birêz Ocalan anî. Gel di ber xwe da. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di ber xwe da. PKK'ê û gêrîlla di ber xwe da. Bi xêra vê têkoşînê em îro aştî û demokrasiyê di axivin. Niha li qadan milyon kom bûne. Me di ber xwe da û bê westan û rawestan em hatin îro. Em komkujiya Roboskiyê tecrîda li Îmraliyê sedema isyanê ye. Lê li gel vê yekê dîsa em dibêjin aştî. Em dixwazin hûn vê yekê fam bikin û wate bidin vê daxwaza kurdan."

Tûglûk da zanîn ku wan xwest wekî xuliqandina xwedê bi ziman, nasname, çand û nirxên xwe yên neteweyî bijîn û wiha got: "Lê her tim gotin xwe înkar bikin. Gotin her tiştê xwe înkar bikin. Ji bo ku me mafê xwe xwest em hatin qetilkirin û em hatin kuştin. Ji ber vê yekê me îsyan kir. Em dibêjin werin em bi hevre ji bo aştî û demokrasiyê milê xwe bidin hev û bi hevre demokrasî û aştiyê ava bikin."

CIWANÊN KURD LI DIJÎ ÎNKARÊ RAHIŞTIN ÇEKAN'

Tûglûk destnîşan kir, ew ne gelê şerxwaz in û wiha berdewam kir: "Ji ber ku mafê me yê demokratîk û rewa nayê naskirin. Ji ber ku nasname, ziman û çanda me tê înkarkirin me serî li şerê çekdarî da. Ciwanên Kurd zarokên kuran ji bo li dijî înkar û îmhayê derkevin îsyan kirin û derketin çiyan."

Tûglûk da zanîn ku, mîmarê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gelê Kurd dê li aştiyê xwedî derkeve û bi ser bikevin.