TUHAD-DER'ê ji bo girtiyan kampanya îmzeyan da destpê kirin

TUHAD-DER'ê ji bo girtiyan kampanya îmzeyan da destpê kirin

 Şaxa TUHAD-DER'ê ya Qoserê ji bo ku girtiyên nexweş serbest bên berdan kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Di çarçova kampanya ya îmzeyan de li Qoser, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Şirnexê standa îmzeyan hatin vekirin.

Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî (TUHAD-DER) a Qoserê ji bo ku girtiyên nexweş serbest bên berdan li herêmê, di çarçoveya kampanya îmzeyan de li Qoser, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Şirnexê standa îmzeyan dan destpêkirin.

Standa îmzeyan ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Der barê mijarê de Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê ya Qoserê Adil Başaran anî ziman ku girtiyên nexweş ên di girtigehan de serbest bên berdan û wiha got: "Li girtîgehên tiba F yê ji ber bin pê kirina mafan û tecrîda giran li girtiyan nexweşiyên nû yên giran derdikeve. Ji bo ku hemû kes wan pêkanên der mirovahîyê bibînin me li herêmê li Qoser, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Şirnexê standa îmzeyan vekir."

'LI GIRTÎGEHAN MIROVAHÎ DIMIRE'

Başaran, diyar kir ku li girtîgehan bi sedan nexweşên giran bi pirsgirêkên giran re rû bi rû nin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li girtîgehan mirovahî dimire. Ji bo ku li girtîgehan mirin pêk neyê divê hemû kes hêstyar tevbigere. Tu destur û zagon ji bo ku li girtîgehan mirin pêk bên ne hatine danin. Divê rayedar di demeke kinde gav biavêje."