TUHAD-FED: Em gel bi ruhê Newrozê vedixwînin Amarayê

TUHAD-FED: Em gel bi ruhê Newrozê vedixwînin Amarayê

TUHAD-FED'ê diyar kir ku, ew dê di 4'ê nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amarayê bin û bang li hemû kesî kir ku, bi rihê Newrozê tevlî meşa Amarayê bibin kir.

Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED), têkildarî meş û bernameya 4'ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Amarayê li avahiya saziyê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker di civînê de axivî û wiha got: "Weke hûn jî dizanin her sala di 3-4'ê nîsanê de hemû gelê me diçe Amarayê û balê dikşîne ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Lê naveroka daxuyaniya me ya îsal cuda ye. Em dê di 3'ê nîsanê li Xelfetiyê di 4'ê Nîsanê de jî li Amarayê daxwaza azadiya Birêz Ocalan bikin."

Teker banga bihîstiyariyê û tevlîbûnê kir û wiha axivî: "Pêvajoya bi 8'ê Adarê dest pê kir û bi Newrozê berdewam kir em dê fînala wê di 4'ê Nîsanê de li Amarayê bikin. Ev dê bibe fînala daxwaza azadiyê. Em bi rihê Newrozê hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê."