Tunebuna masiyan di Gola Zirebar de, Merîwaniyan dide fikirandin

Tunebuna masiyan di Gola Zirebar de, Merîwaniyan dide fikirandin

Tunebûna hejmarek ji masiyên biçûk ên Gola Zirêbar li Merîwanê bûye sedema ku gel fikarên nebaş bike û bi taybetî jî parêzvanên xwezaya vî bajêrî.

Li gorî raporeke ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin, xebatkar û parêzvanên xwezaya li vê derdorê biryar dan ku ji ber sedema avên kanalîzasyonan û avên cokên gundên derdora Merîwanê diherikin nav Gola Zirêbar û hemû santralên leşkerî yên rejîmê li derdora vê golê ne ku dibin sedema mirina van masiyên biçûk ên di golê de.

Her wiha girtina rêya ava paqij a diherike nav gola Zirêbar,  rijandina jehrê ya nav golê û aliyên peywendîdar jî ku vê rewşê ciddî nagirin berçavan û li ser nasekin dibe sedema mirina masiyên biçûk di golê de. Gola Zirêbar ku li herêmê ji yek golên ava şirîn û a vexwarinê ye.

Serkaniya ava şêrîn a Gola Zirêbar 3 km dûrî bajarê Merîwan diherike û yek ji cihên turîstîkî yên Rojhilatê Kurdistanê ye.