Turk: Birêz Ocalan dibêje ‘heta gelê Kurd azad nebe Tirkiye jî azad nabe’

Turk: Birêz Ocalan dibêje ‘heta gelê Kurd azad nebe Tirkiye jî azad nabe’

Rêxistina BDP'e ya Mêrdînê 3'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Ahmet Turk diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibêje ew naxwaze gelê Kurd û Tirk têkevin qirika hev û heta gelê Kurd azad nebe gelê Tirk jî azad nabe û wiha got: "Birêz Ocalan dibêje gelê Kurd ger ku bê înkarkirin ew dê karibe çi bike. Got heta gelê Kurd azad nebe Tirkiye azad nabe.

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê 3'emîn kongreya xwe li salona Dawetê ya Şimal pêk anî. Li salona kongreyê ya BDP'ê pankarta li ser 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan û nivîsa "Şehîd Namirin" hatibû nivîsandin hat daliqandin. Dîsa li salonê pankartên "Bila tecrîd bi dawî bibe û zindan bên valakirin", "Em hişmendiya faşîst ku Fetwaya minafiqî daye şermezar dikin", "Zimanê zikmakî heqe, Em dê mafê xwe biparêzin" û "Jin di çareseriya pirsgirêka Kurd de muzakere û azadiyê dixwazin" hatin vekirin.

Li salonê wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şêxmûş Yalçin ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Şaredarên BDP'i yên herêmê, nûnerên MAY-DER, TUHADER, KURDÎ-DER, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek saziyên din amade bûn Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtin û hilbibijartina dîwanê axaftin hatin kirin.

‘PÊWÎSTE BERÎ HER TIŞTÎ OPERASYON BIDAWÎ BIBIN’

Di kongreyê de Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sînem Elveren Alp diyar kir ku, di vê pêvajoya ku hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin de operasyon didomin û xwest berî her tiştî operasyon bi dawî bibin.

‘HEYA NIHA WEZÎRÊ DADÊ TIŞTEK JI ME RE NE GOTIYE’

Piştre Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk destpêkê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku, hin nivîskar li gorî xwe diyar dikin ku serlêdana Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehadîn Demîrtaş hatiye vetokirin, lê ev ne rast e. Turk anî ziman ku, heta niha Wezîrê Dadê di derbarê çûna wan de bi wan re hevdîtin pêk neaniye û bi awayekî fermî tiştek ji wan re negotiye. Turk da zanîn ku, ew dixwazin di nava vê pêvajoyê de cih bigirin û ew ne wekî şexs wekî sazî û rêxistin di nava vê pêvajoyê de cih digrin û wiha got: "Ji bo me kijan şexs biçe ne girînge. Em wekî sazî û rêxistin nêzîk dibin. Kesê biçin KCD'ê temsîl dikin."

‘BILA WEZÎRÊ NAVXWEYÎ MUAMMER GULER HESASIYETÊN GELAN BERÇAV BIGIRE’

Turk di derbarê guhertina Wezîrê Navxweyî de jî xwest Wezîrê Navxweyî yê AKP'ê Muammer Guler rastî û hesasiyeta gelan li ber çavan bigire û li gorî wê tev bigere. Turk helwesta Serokwezîrê Tirk Erdogan a li ser hesasiyetê jî rexne kri û wiha got: "Em mecbûrin ku rastiya civakê û hesasiyeta civakê bînin ziman. Dibe ku li hundir şer hebin. Dibe ku polîs mudaxale bikin. Divê em dîsa li ser esasê aştiyê û çareseriyê gavan bavêjin. Di vê pêvajoya ku 50 balefirên şer biçin Qandîlê bombe bikin em mecbûrin behsa hesasiyetê civakê bikin. Ev bombekirin baweriya civakê dişkîne.

Serokwezîrê Tirk Erdogan dixwaze em hesas tevbigerin. Lê em jî dixwazin ku Serokwezîr li hemberî gelê Kurd hesas tev bigerin.

'BIRÊZ OCALAN DIBÊJE HETA KURD AZAD NEBIN TIRKIYE AZAD NABE'

Turk diyar kir ku, wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî û wiha got: "Di hevdîtinê de Birêz Ocalan destpêkê ji hemû gel û hevalên jin re silavên xwe şand. Ez bawer dikim ku ew jî vê coş û heyecana me dibîne û hîs dike. Gelê me bi hesreta salan bi salan têkoşîna mafê xwe dide. Armanca me hemûyan avakirina pêşerojek wekhev û bi edalete. Feraseta ku wekhevî û edaletê qebûl neke em tu carî qebûl nakin. Em her tim biratiya gelan diparêzin. Em pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka Tirkiyeyê dibînin.

Birêz Ocalan got 'Em dibêjin pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîne. Heta gelê Kurd azad nebe Tirkiye jî û Rojilata Navîn jî azad nabe. Heta Tirkiye azad nebe gelê Kurd jî azad nabe' Em jî heman tişti dibêjin. Nerin û fikrên me yekin. Ger ku bixwazin kurdan bêdeng bikin û mafê wan bixwin pirsgirêk çareser nabin. Li Rojhilata navîn gelek netew û civak dijîn."

TURK: ESAD DÎKTATORE

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk geşedanên Sûriyê û Rojhilata Navîn jî nirxand û wiha berdewam kir: "Li Sûriyeyê Esed dîktatore. Daxwaza gel ya demokrasiyê heye. Lê em dibînin hemû gelê dijberî demokrasiyê li hemberî bahara ereban bûne yek û naxwazin gelê Rojhilata Navîn azad bibin. Dixwazin şoreşê ji destê gel bistînin. Li Kurdistanê û Rojava herî zêde kurdan bedelên giran dan. Dixwazin gelê Kurd li Rojava û Kurdistanê tenê bihêlin û bifetisînin. Bi salan çand, ziman û nasnaeya gelê Kurd înkar kirin. Lê daxwaza gelê Kurd pir aşkere û zelale. Gelê kurd ziman, nasname, statu, çand û nirxên neteweyî dixwazin.

Birêz Abdullah Ocalan dibêje ew naxwaze gelên herêmê têkevin qirika hev. Dibêje ger ku mafê gelê Kurd bê înkarkirin û nasnameya wî bê redkirin dê karibe çi bike? Dibêje ger ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehê wekhevî û edaletê nêzîkatî pêk neyê dê karibe li vir çi bike. Em jî li pişt daxwaz û fikrên Birêz Ocalan in. Divê her kes di vê pêvajoyê de aştiyê bixwaze û rê li pêş aştiyê veke."

Piştî axaftinê raporên malî û xebatê hatin xwendin û bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz hat hilbijartin.