Turk: Bombebaran baweriya ji bo aşitiyê lewaz dike

Turk: Bombebaran baweriya ji bo aşitiyê lewaz dike

Şandeya KCD-BDP ya ku li Başûrê Kurdistanê ye, bi rêveberiya YNK’ê re hevdîtinek pêk anî. Ji Pulîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar da zanîn ku ew piştgirî didin hevdîtinan. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk diyar kir ku di demek de ku hevdîtin pêk tên, Qendîl tên bombebarankirin û got: “Ev bombebaran gel dixin nava fikaran.”

Şandeya KCD-BDP’ê ya ku ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş,  Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan pêk tê, ku şevê din hatin Başûrê Kurdistanê li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê bi rêveberiya YNK’ê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina ku şandeya KCD-BDP beşdar bûn, ji YNK’ê endamên Pulotburoyê Mele Bextiyar, Kusret Resûl, Hêro Îbrahîm û endamên ên rêveberiya YNK’ê amade bûn. Piştî hevdîtina bi qasî seatekê berdewam kir, ji her du aliyan daxuyaniyek kurt hate dayin.

EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEVDÎTINAN

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê PolîtburoyaYNK’ê Mele Bextiyar axivî. Mele Bextiyar bal kişand ku li aliyekê şandeya KCD-BDP ji bo hevdîtina aştiyê hatiye, li aliyeke din Qendîl tê bombebarankirin û bal kişand ser girîngiya hewldanên ji bo aşitiyê.

DIVÊ AGIRBESTEK DUALÎ BÊ RAGIHANDIN

Mele Bextiyar diyar kir ku pêvajoyên hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk de ji sala 1993’yan ve dest pê kirine û da zanîn ku ji sala 1993’yê ve YNK û bi taybet Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî hewldanên xurt kirine û her tim destek kirine.

Mele Bextiyar ragihand ku ger agirbestek pêk bê, divê agirbesteke du alî be û bang li dewleta Tirk û hukûmeta Tirk kir ku êrîşan rawestîne.  Mele Bextiyar bang li siyasetmedar û rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayeke aktîf piştgiriyê bidin hevdîtinan.

TURK: BAWERIYA JI BO AŞITIYÊ LEWAZ DIBE

Piştre, Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku  ji bo fikir û nêrînên Başûrê Kurdistanê û siaysetmedarên wan ji bo pêvajoya aşitiyê bigirin hatine Başûrê Kurdistanê. Turk destnîşan kir ku ew weke şandeyeke aşitiyê hatine Başûrê Kurdistanê û got: “Lê di heman rojê de Qendîl tê bombebarankirin. Ev yek gelê Kurd dixe nava fikaran û baweriya wan a ji bo aşitiyê lewaz dike.”

ÇEKDANÎN DÊ HERÎ DAWÎ BÊ GOTÛBÊJKIRIN

Ahmet Turk bersiv da pirsek derbarê çekdanînê de û got: “Mijara çekdanînê divê herî dawî bê nîqaşkirin. Em niha nikarin daxwazeke wiha bikin.” Turk her wiha ji bo piştgiriya bi pêvajoya hevdîtinan re ji niha ve spasiya siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdan zemînek heye. Turk bal kışand ser rewşa tenduristiyê ya Talabanî û got: "Em di wê baweiryê de ne ku dê Birêz Talabanî di demek zû de bigihe tenduristiya xwe û pişgiriyê bide pêvajoyê."

Serdanên şandeya KCD-BDP berdewam dikin. Tê payin ku şande derbasî Hewlêrê bibe û bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk bîne.