Turk: Divê Kurd di nava pêvajoya stratejîk de bin
Turk: Divê Kurd di nava pêvajoya stratejîk de bin
Turk: Divê Kurd di nava pêvajoya stratejîk de bin
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, bi partiyên siyasî yên Kurd û derdorên din re têkildarî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê ji bo nêrînan parve bikin ziyaret dikin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, têkildar mijdarê de axivî û wiha got: "Polîtîkayên Birêz Ocalan ên di derbarê pêvajoyê de pêk hatîn ji bo pêjoyekî aştiyê pêk bê gavekî girînge. Li vir divê em pêvajoyê baş û rast bixwînin.”
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Komeleya Kurd a Demokratîk û Şoreşger (DDKD) ziyaret kirin. Hevserokê KCD'ê Turk, di ziyaretê de têkildarî mijdarên di rojevê de daxuyanî da û wiha axivî: "Polîtîkayên Birêz Ocalan ên di derbarê pêvajoyê de pêk hatîn ji bo pêjoyekî aştiyê pêk bê gavekî girînge. Li vir divê em pêvajoyê baş û rast bixwînin. Em pêvajoyê weke pêvajoya têkoliyên gelê kurd û tirk ji nû ve bê sererastikirin dinirxînin. Em dixwazin aştî hêsan nîn e. Lê dema mirova berê xwe dide Rojhilata Navîn û Cîhanê heta pirsgirêka kurd çareser nebe ne Tirkiye ne jî Rojhilata Navîn xwedî îstîkrarê nabe."
'GUMANÊN ME HEMÛYAN HENE LÊ EM DÊ PIŞGIRTIYÊ BIDINÊ'
Turk da zanîn ku pêvajiya li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir, "Divê weke xebatekî 2 gelên bi salanin nêzîk hev çawa bi welatekî demokratîk de bi awayekî rast li hev bên bênirxandin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêvajoyekî nû ye. Tiştên bên nîqaşkirin û bên axivîn hene. Di vê mijdarê de bi salanin Kurd lêgerîna aştiyê û çareseriyê dikin. Di van pêvajoyan de gelek caran hatin xapandin. Ji ber vê yekê gumanên me hemûyan hene. Lê ji bo aştiyekî bi rûmet ji bo em bi hêz piştgiriyê bidin pêvajoyê em di nava biryarekê de ne. Jixwe di van mijaran de diltirsî heye. Heke pêvajo baş neyê xwendin dê me ber bi cihên din de bibe."
'ME NÎQAŞA EM DÊ JI BO AŞTIYÊ CI BIKIN KIR'
Turk da zanîn ku di hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn Ocalan xwest ku nêrînên hemû partiyên kurd bê girtin û wiha pê de çû: "Di vê mijdarê de divê em xebatekî berfireh bikin. Nêrînên van hemû hevalan ji bo me gelek girîng in. Em dê bi wan re hevdîtina bikin û nêrînên wan bigirin û ew jî dixwazin bi nêrînên xwe di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Me xebatên xwe bi vê pêvajoyê dan dest pê kirin. Hevdîtinên me li Qendîlê jî çêbûn. Nêrînên hevalên me yên demek dirêje di nava vê têkolînê de çi ne? Em nîqaşa em dê ji bo aştiyê çibikin me kir. Disa bi hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê re em hevdîtin kirin û nêrînên xwe yên hevpar pêk anîn. Nêrîna hemû kesî kurd li kîjan perçey bibin divê di nava pêvajoyekî stratejîk de bibin. Divê pêvajoyê bi hev re hembêz bikin. Heke kurd daxwazên xwe bi hêz bînin ziman tu astengiyên li pêşiya çareserî û aştiyê namîn in. Em îro ji bo nêrînên hevalên xwe bigirin hatin vir. Em dê bi wan re vê pêvajoyê parve bikin."
'EM DÊ HÊJ BALDAR BIBIN'
Turk piştî daxuyaniyê pirsgirên rojnamegeran ên derbarê hevdîtinên Îmraliyê yên di çapemeniyê de hatin weşandin bersivand û wiha got: "Ji ber vê yekê hemû partiyên kurd nêrînên xwe anîn ziman. Em dê hêj baldartir bin. Ya girîng ew e ku vê pêvajoyê rast bidin meşandine. Em pêvajoyekî gelek bi êş derbas kir. Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Partiyekî weke CHP'ê girîng e. Divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Divê biratiya gelan û daxwaziya jiyana bi hev re bîne ziman. Hêviya me ji CHP'ê ev e. Lê îro bi awayekî vekirî li pişt dewleta kûr û kesên aştiyê naxwazin siyasetê dikin. Ev yek ji bo partiyekî dibêje ew demokratên civakî ne gelek tiştekî xemgîn e."
Piştî axaftinê Hevserokên KCD'ê bi nûnerên DDKD'ê re hevdîtinên xwe ji çapemeniyê re girtî berdewam kirin. Hevserokên KCD'ê dê di nava rojê de KADEP, OSP, Înîsiyatîfa Azadî û HAK-PAR'ê re bên cem hev.