Turk: Kesên piştgiriyê nedin Kobanê dijminahiyê dikin

Turk: Kesên piştgiriyê nedin Kobanê dijminahiyê dikin

Heyeta KCD, HDP û DBP’ê ku ji bo piştgiriya gelê Kobanê çû Kantonê bi gelê Kobanê re hate cem hev. Turk got: “Îro hûn piştgiriyê nedin Kobanê hûn ê kengî bidinê. Kesên piştgiriyê nedin Kobanê dijminê Kobanê ne."

Heyeta ku ji Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û parlamenter Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Îbrahîm Ayhan, Sebahat Tuncel pek hat li Kantona Kobanê  ji aliyê Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ve hate pêşwazîkirin.

Li ser navê heyetê Ahmet Turk axaftinek kir û diyar kir ku di dîroka Kurd de gelek berxwedan çêbûne û got: “Berxwedanên Şêx Saîd, Dêrsîm, Agirî û Geliyê Zîlan. Lê evqasî ne bi heybet bûn. Ez li huzura we hemûyan YPG-YPJ’ê slav dikim."

Turk bang li raya giştî ya navneteweyî kir û wiha axivî: "Ger hûn îro piştgiriyê nedin Kobanê, çekan nedin Kobanê hûn ê kengî piştgiriyê bidin, kesên piştgiriyê nedin Kobanê dijminahiyê dikin."

Turk da zanîn ku bêdengiya li dijî êrîşên li hemberî Gelê Kurd tê wateya piştgirî dayîna DAIŞ’ê û got ku ev demeke gelek pîroz e.

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî diyar kir ku gelê Kurd sînor parçe kirine, peymanên li ser gelê Kurd hatine kirin hatine parçekirin û got "Divê êdî mirin ji wan bitirsin."

Parlamenter Sariyildiz jî der barê hevdîtinan de agahî da û çavderiyên xwe parve kir. Sariyildiz diyar kir ku li Kobanê li gel hemû bêderfetiyan bi bawerî û îradeyeke mezin gel rûmet û hebûna xwe diparêzin.

Sariyildiz diyar kir ku rîska komkujiyê hê heye û got ger bi awayekî din pêşî li êrîşan neyê girtin dê komkujiyeke ji ya Şengalê girantir pêk bê.