Turk: Ocalan dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn bi aştiyê re li hev bê

Turk: Ocalan dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn bi aştiyê re li hev bê

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zêdehî 60 kesan Newroz bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji kurdan statu" Newroz pîroz kirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn bi aştiyê re li hev bê. Em jî bi vê yekê kedê didin. Lê bila qet di nava hewildanên me bixapînin nebin. Heke dê rewş tevlî hev bibe."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi dehhezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Berî mitîng dest pê bike bi deh hezaran kesan govend girt û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" hatin qêrîn.

Li qadê alên KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li qadê gelek posterên Rêberê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin daliqandin. Li ser dikê wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan û posterên Rêberêm PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Li qadê pankratên "Bijî şerê şoreşgeri", "Ji bo Öcalan re azadî", "Ji Reberê Apo re azadî ji Kurdistanê re statu" û "Se jinen azad em we qet ji bîr nakin" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê axaftina hate kirin û agirê Newrozê ji aliyê malbata gerîlayê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe û Dayîka Rahşan Demîrel a ku di sala 1992'an de bedena xwe daye ber agir ve hate hilkirin.
ABÎDE HATE VEKIRIN
Piştî agirê Newrozê peyama girtiyan hate xwendin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û heyeta pê re abîdeya ji bo bîranîna 16'ê kesên di Newroz 1992'yan de jiyana xwe ji dest hatî çêkirin hate vekirin. Pişt re koroya Jinan a Navenda Çandê ya Mîtanniyê û Hunermend Serhado derketin ser dikê û girse bi coş xistin.
'GELÊ NISÊBÎNÊ GELEKÎ LEHENG E'
Pişt re Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku gelê Nisêbînê di têkoşînê de gelekî qehreman e. Turk, anî ziman ku gelê kurd ji aştî û berxwedanê re amade ye û wiha got: "Ez Newroz hemû kurdan pîroz dikim. Ez li vir silavên xwe ji Rojava re dişînim." Turk, anî ziman ku Mazlum Dogan bi 3 zilêkan agirê Newrozê hilkir û wiha axivî: "Ez di girtîgehê de bûm. Li wir ciwanek hebû. Ji doza PKK'ê dihate darizandin û parastina siyasî kir. Wi ciwanî bi 3 zilikan Newroz pîroz kir. Navê wî ciwanî Mazlum Dogan bû. Di sala 1992'an de li Şirnex û Cizîrê jî rêhevalên me hatin qetilkirin. Li Nisêbînê 16 ciwanên me hatin qetilkirin. Newroz her tim ji bo me bû komkujî. Lê niha em Newroz sala 2013'an pîroz dikin. Ev Newroz gelek girîng e ji ber ku Birêz Ocalan di nav pêvajoyê de ye. Birêz Ocalan dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn bi aştiyê re li hev bê. Em jî bi vê yekê kedê didin. Lê bila qet di nava hewildanên me bixapînin nebin. Heke dê rewş tevlî hev bibe. Birêz Ocalan dê di Newroz Amedê de peyama xwe rabigihîne û çek dê bêdeng bibin."
Pişt re Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî axaftinek kin kir.
Piştî axaftinan bernameyê bi muzîkê berdewam kir.