Turnuvaya Tenîsê bi dawî hat

Turnuvaya Tenîsê bi dawî hat

Turnuvaya 4'emîn Amed Cup a Tenîsê ku îsal ji bo cara 4'an ji aliyê Midûritiya Sporê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi maçên fînalê bi encam bû.

Turnuvaya 4'emîn Amed Cup Tenîsê li korta tenîsê ya Parkormanê bi maçên fînalê gihişt encamê.

Turnuvaya 4'emîn Amed Cup a Tenîsê 12 rojan dewam kir, 43 jê jin, 16 jê keçikên di navbera 10-12 salî, 16 kurik bi beşdariya 162 werzîşkaran pêk hat û berêkdan di 5 şaxan de pêk hatin.

Turnuva, ji aliyê 4 hakeman ve hate birêvebirin, yek ji wan hakeman jin bû. Maç li Korta Tenîsê ya Parkormanê pêş gel hatin lîstin û temaşekirina wan bêpere bû. Sporgerên bi serketî bi zêrê tam, nîv zêr û zêrê çaryêk hatin xelatkirin, di beşa zarokan de jî 300 TL, 200 TL û 100 TL xelat bo serleftiyan hebû. Bi van xelatan re kupa jî hatin dayîn.