Ûca: Divê li Parlamenta Federal a Elman nûnerên me hebin

Ûca: Divê li Parlamenta Federal a Elman nûnerên me hebin

Namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên 22 Îlonê yên Parlamenta Federal a Elman Behiye Ûca bibîr xist ku Kurd li Elmanyayê xwedî gelek pirsgirêkan e û got, "Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê em nûnerê-a xwe bişînin Parlamenta Federal."

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamenta Federal a Elmanyayê re, partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Siyasetmedara Kurd Behiye Ûca di lîsteya Partiya Çep a Eyaleta Nîedersachen (Saksonya Jêrîn) de di rêza 7. de cih digire. Ji Celle û Ûelzen'ê yekser namzet e.

Ûca beriya hilbijartinê ji me re axivî û diyar kir ku di serî de pirsgirêka nasnameyê Kurd li Elmanyayê xwedî gelek pirsgirêkan e û divê ev bên çareserkirin. Behiye Ûca, ji bo temsîlkariya KUrdan a li Parlamenta Federal a Elmanyayê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 22'ê Îlonê û got, "Divê wê rojê hemû Kurdên li Elmanyayê dijîn biçin ser sindoqan. Ji bo namzetên Kurd bên hilbijartin, divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep. Em hingî dikarin pirsgirêkên xwe têxin rojeva raya giştî ya Elman."

Em bi Behiye Ûca re li ser pirsgirêkên Kurdan ên li Elmanyayê û hilbijartinên 22'ê Îlonê axivîn.

Hûn ji kengî ve di nava siyasetê de ne?

Ji zarokatiya me ve, li mala me mijarên siyasî dihat axaftin. Me pirsgirêkên li Cîhan û Kurdistanê nîqaş dikirin. Li gel vê, demeke dirêj em di nava xebatan de bûn. Mirovekî Kurd dikare dûrî siyasetê be? Lê belê piştî ku xwişka min Feleknas Ûca ji bo parlamenta Ewropayê hat hilbijartin, ez yekser bi siyasetê re eleqedar bûm. Ji sala 2009'an û vir ve endama Partiya Çep (Die Linke) me û xebatan dimeşînim. Ji sala 2011'an û vir ve jî Endama Meclîsa Şaredariya Celle me.

Çima ne partiyeke din, çima Partiya Çep?

Li gorî min Partiya Çep mafên civakî yên li Elmanyayê diparêze. Di nava vê de sererastkirina şertên bêkarî, perwerde, tenduristî, teqawitî, gelek tişt hene. Wekî din, Partiya Çep partiya yekane ye ku mafên bindest û koçberan diparêze. Daxwazên Kurdan, pirsgirêkên wan di Parlamenta Federal de tîne ziman. Sedema endametiya min a li vê partiyê ev e.

Ji bo Kurd dengê xwe bidin Partiya Çep ev sedem bes in?

Partiya Çep di heman demê de li elmanyayê ji bo Kurdan têdikoşe. Polîtîkayeke bi vî rengî ya partiyên din nîne. Partiya Çep, der heqê pirsgirêka Kurd de timî li parlamentê pêşniyarpirsan pêşkêş dike. Heyetan dişîne Kurdistanê. Li dijî firotina çekan a Elmanyayê ji bo Tirkiyê derdikeve. Li dijî qedexeya PKK'ê timî di nava têkoşînekê de ye. Her wiha ji bo nasnameya Kurd li Elmanyayê bê naskirin piştgirî da kampanya Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ê. Der heqê bûyerên li Rojava diqewimin de pêşniyar pirsan dide. Mîna van, bi gelek pirsgirêkên Kurdan re eleqedar dibe. Bi dîtina min ev bi tenê sedemeke têrkere ji bo Kurdên li vê derê dijîn deng û piştgiriyê bide Partiya Çep.

Kurd li vê derê rastî gelek pirsgirêkan tên. Rexneyên Kurdan hene ku Partiya Çep roleke aktîf naleyze. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?

Heta cihekî piştgiriyê didin. Mîna ku min li jorê anî ziman, mora xwe avêtiye binê gelek karên piştgiriyê. Lê belê di nava Partiya Çep de gelek kom hene. Ev jî nêrînên cuda li gel xwe tîne. Ji ber vê yekê bixwazî nexwazî hin pirsgirêk derdikevin. Bi dîtina min, ev jî dikare di dema pêş de çareser bibe. Ji xwe di Maseya Kurd a di bin sîwanê Partiya Çep de hat avakirin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Ji aliyê din ve dema Kurd zêdetir bibin endamên vê partiyê, tev li rêveberiya wan bibin û bi awayekî aktîf siyasetê bikin, dê ev rewş karibe bê guhertin. Em çiqasî xwedî lê derkevin, emê karibin ewçend jî biguherînin.

Li Elmanyayê milyonek Kurd dijîn. Ji van nêzî 400 hezar welatiyên Elmanya ne. Lê belê li Parlamenta Federal ti parlamenterekî-e Kurd nîne. Sedema vê çiye?

Ev kêmasiyeke gelekî mezin e. Eger em li parlamentê bin, emê karibin pirsgirêkên xwe hîn bêtir bînin ziman. Belê dostên Kurdan hene. Di her firsendê de pirsgirêkên Kurdan tînin ziman, pêşniyar pirsan pêşkêş dikin, lê ev têrê nake. Pirsgirêkên xwe encax em bi xwe baştir bînin ziman. Ji ber vê yekê divê Kurd bi awayekî aktîf di siyasetê de cih bigire.

Bi dîtina we, pirsgirêka bingehîn a Kurdên li Elmanyayê çiye?

Pirsgirêka bingehîn a Kurdên li Elmanyayê, pirsgirêka nasnameyê ye. Weke Kurd nayên qebûlkirin. Kurd li vê derê weke Tirk, Ereb û Faris tên dîtin. Navên Kurdî nikarin li zarokên xwe bikin. Her weha pirsgirêkên wan ên di mijara baweriyan de hene. Mînak Êzidîtî û Elewîtî di belgeyên dewletê de weke olên serbixwe nayê dîtin.

Ji bilî vê, pirsgirêka entegrasyonê heye. Lê belê dewlet di şûna wê de polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne. Pirsgirêkên ciwanan hene. Ji ber ku ciwanên me di nava sê çandan de mezin dibin. Ji çanda Kurd dûr dikevin. Wekî din, dijwariya li dijî jinê dewam dike. Zextên li saziyên Kurdan her hene. Siyasetmedar tên girtin. Qedexe dewam dikin. Ev hemû pirsgirêkên Kurdan e.

Li Elmanyayê çend hezar Êzidî dijîn û pirsgirêkên wan çi ne?

Li bajarên mîna Celle, Oldenbûrg, Bîelefeld, Emmerîch, Saarbrucken, Gîssen nêzî 100 hezar Êzidî dijîn. Ji ber komkujiya Şengalê ya sala 2007'an gelek malbat ahtin. Her weha ji ber şerê li Rojava glek mirov hatin. Di êrîşên li Rojava û di rê de gelek mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi wê psîkolojiyê tên Elmanyayê. Bixwazî nexwazî tevî gelek pirsgirêkan tên. Wekî din xwedî azadiyeke olî û nasnameyî ya mayînde nînin. Gelek Êzidî tevî ku 20 sal in li Elmanyayê dijîn, hînê mafên wan ên rûniştinê (mayîn) nîne. Bi mafê rûniştinê yê 3 mehan dijîn.

Li Elmanyayê gelek Malên Çandê yên Êzidiyan hene. Dewlet alîkariyê dide van?

Alîkariyeke gelekî kêm dide. Ev têrê nake.

Başe, gelo hûn werin hilbijartinê ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdan bi taybetî jî Kurdên Êzidî, hûnê çi bikin?

Ezê li parlamenta federal, ji bo nasnameya Kurd û Êzidîtî û Elewîtî weke olên serbixwe bê naskirin, bixebitim.

Ayten Kaplan siyasetmedareke Kurd a ji baweriya Elewî ye. Hûn jî siyasetmedareke Kurd a ji baweriya Êzidî ye. Hûn vê rewşê çawa dibînin?

Dibe ku ji baweriyên din an jî hevalên mêr jî bibin namzet. Ev ne girîng e. Ya girîng serketina namzetên Kurd e. Lê girîng e ku em jinên namzet ji baweriya Elewî û Êzidî ne. Ji ber ku li Mezopotamya û Kurdistanê yên herî zêde tên binpêkirin û mafên wan tên talankirin mirovên ji olên Êzidî û Elewî ne. Ev yek rasthatineke, lê girîng e. Hilbijartina me, serketineke Kurdan e. Ji ber vê yekê ji bo serketina me bang li gelê me dikim ku di 22'ê Îlonê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çep.

Hûn du sal in Endama Meclîsa Şaredariya Celle ne. Heta niha we çi xebat meşandin?

Li Celle bi hezaran Kurdên ji baweriya Êzidî hene. Gelek pirsgirêkên wan hene. Ez yek bi yek bi van pirsgirêkan re eleqedar dibim. Li vê derê ji bo goristaneke Êzidiyan têdikoşim. Li ser projeya biratiya Êlih û Celle dixebitim. Me di vê mijarê de gelek gav avêtin, lê têrê nakin. Em li vê derê xebatên bi vî rengî dimeşînin.

Behiye Ûca ki ye?

Behiye Ûca di sala 1970 de li gundê Şimzê yê navçeya Êlih Qûbînê hat dinyayê. 40 sal in li Elmanyayê dijîn û li ser pêşvebirina zarokan perwerdeya xwe temam kir. Ji sala 2009'an û vir ve endama Partiya Çep, ji sala 2011'an ve jî Endama Parlamenta Celle û Meclîsa Şaredariya Celle ye.