UNHCR: Hejmara penaberên Sûriyeyê dê 700 hezaran derbas bike

UNHCR: Hejmara penaberên Sûriyeyê dê 700 hezaran derbas bike

Komîsertiya Bilind a Penaberên NY’ê (UNHCR) hişyarî kir û diyar kir k udi rewşa herî de hemjara penaberên Sûriyeyê 300 hezar e û got “di dawiya salê de dê 700 hezarî derbas bike”.

Komîsertiyê li dijî vê rewşê hewcedariyê mirovan yên girêdayê NY’ê li ber çavan hatiye derbaskirin û j bo alîkariya penaberan 487,9 mîlyon dolar (379,2 milyon euro) daxwaz kirin.

UNHCR civîneke çapemeniyê pêk anî û koordînatorê penaberên Sûriyeyê Panos Moumtzîs jî wiha got: “Ev fon heta dawiya salê dê ji wan re bibe alîkar.

Moutzîs wiha pê de çû: “Hejmara penaberê ji Sûriyeyê derketine di rewşa heyî de nêzî 300 hezarî ye. di meha borî ya adarê de UNHCR diyar kirbû ku hejara penaberên Sûriyeyê 41 hezar û 500 e. Her wiha texmîn kiribû ku heta dawiya salê dê derkeve 100 hezarî. Lê ev hejmar di meha tîrmehê de tije bû.

NY li bendê ye ku heta dawiya salê hejmara penaberan ya li herêmê bibe 700 hezar. Moumtzîs diyar kir ku penaberên dema nû welatên xwe terk dikin û tên daxwaza alîkariya mirovahî dikin.