Ûseyma Bedirxan li Qahîreyê jiyana xwe ji dest da
Ûseyma Bedirxan li Qahîreyê jiyana xwe ji dest da
Ûseyma Bedirxan li Qahîreyê jiyana xwe ji dest da
Keça mezin a Celadet Bedirxan û Rewşen Bedirxan Ûseyma Bedirxan li paytexta Misir Qahîreyê jiyana xwe ji dest da.
Ûseyma Bedirxan a pêr jiyana xwe ji dest da, xwişka mezin a Sînemxan Bedirxan a li Başûrê Kurdistanê dijî ye.
Li gorî nûçeya Rûdaw a agahiyên xwe dispêre wêjevanê Kurd Konê Reş, mirina ji nişka ve ya Ûseyma Bedirxan di dema serdana keça wê Şîrînxan Bedirxan, rû da. Ûseyma Bedirxan di dema serdanê de ji ber nexweşiya xwe pêr saet di 20.30 de jiyana xwe ji dest da.
Serdanên sersaxiyê wê li mala Sînemxan Bedirxan a li Hewlêrê bê qebûlkirin û sê rojan dewam bike.