Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir

Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir

Hêzên YPG'ê duh êvarê 3 çeteyên DAIŞ'ê yên hewl didan ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê bibin zevt kiribûn. Vaye wêneyê 3 çeteyên DAIŞ'ê ku 2 jê welatiyên Belçîka, yek jî yê Fransayê ye.

3 çeteyên DAIŞ'ê yên ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê dibûn, li ser sînorê Kobanê ji aliyê hêzên YPG'ê ve duh êvarê hatibûn girtin.

Du ji sê çeteyan birayên hev û welatiyên Belçîkayê, yê din jî welatiyê Fransayê ye. Her sê çete dema hewl didan di ser Tirkiyeyê re xwe bigihînin çeteyên li Kobanê, li gundê Aşmê yê Kobanê rêya xwe şaş kirin û piştî ku ketin herêma hêzên YPG'ê lê bûn, hatin girtin.

Navên çeteyên hatine girtin wiha ye:

- Yasîn Ahmet Cemmî û birayê wî Ahmet Cemmî yên welatiyên Belçîkayê, ku bi eslê xwe Fasî ne.

- Omer Bîl-Qasim ê welatiyê Fransayê ye.

Em wêneyê her sê çeteyên lêpirsîna wan dewam dike diweşînin.