Vê carê Mem û Zîn ji bo Şengalê tê lîstin
Vê carê Mem û Zîn ji bo Şengalê tê lîstin
Vê carê Mem û Zîn ji bo Şengalê tê lîstin
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê dê lîstika Mem û Zînê ku ji berhema Ehmedê Xanî hatiye çêkirin ji bo piştgiriya bi Şingalê re bilîze.
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, berhema Ehmedê Xanî Mem û Zîn wek şanoya cîwarî li hev aniye, vê sezonê dê ji bo Şengal û Rojavayê Kurdistanê bilîzin. Hemû dahata vê lîstikê dê bo Şengal û Rojava bê komkirin û lîstik li Qesra Cemîlpaşa tê lîstin. Lîstik 26-30’ê Îlonê saet 18:30’î derdikeve pêş şanohezan û bilêta wan ji gîşeya Şaredariya Bajarê Mezin tê bidestxistin.