Vê sibê Çelaxa bi bayê azadiyê şiyar bû...
Vê sibê Çelaxa bi bayê azadiyê şiyar bû...
Vê sibê Çelaxa bi bayê azadiyê şiyar bû...
Li bajarokê Çelaxa ya Girkê Legê, serê vê sibê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelê herêmê bi temamî ji bi temamî ji bermayên rejîma Sûriyeyê rizgar kirin.
Gelê bajarokê Çelaxe ya Girkê Legê beriya çend rojan ji Yekîneyn Parastina Gel (YPG) xwestibûn ku bajêr ji hêzên rêjîma Baas paqij bikin. Li ser daxwaza gelê bajêr îro di saet 04.30an de ciwanên bajêr û şervanên YPG'ê berê xwe dan navendên rêjîma Baas û bi temamî azad kirin. Piştî ku bajar bi temamî ji bermahiyên rêjîma Baas hate paqijkirn şervanên YPG'ê tedbîrên xwe zêde kirin û dewriyên xwe li her derê zêde kir.
Navendên ku ji destê rêjîma Baas hatine derxistin ev in: avahiya Partiya Baas, navenda şaredariyê, navenda postê, ocaxa tenduristiyê, navenda çandê, navenda xezîneya simadê, navnda alîkariya çandinê, navenda avdanê, navenda çandinê, navenda ciwanên Baasê, navenda ava vexwarinê, avahiya nasnameyan û meyxaneyek ku girêdayî Partiya Baasê bû. Hemû navend bi temamî êdî di destê gelê bajêr de ye.
Piştî ku li bajêr bûyerên dizî, talan û revandina mirovan zêde bûn. Herî dawî duh otobîseke karkeran ji aliyê komeke çekdar hate revandin. Gelê bajêr bi kurd û erebên xwe ji YPG'ê xwestin ku bajêr ji rêjîma Baas rizgar bikin. Li ser daxwaza welatiyan îro di saetên sibê de ciwanên bajêr bi alîkariya şervanên YPG'ê bajarê xwe ji bermahiyên rêjîma Baas paqij kir.
Bajarokê Çelaxa yê Rojavayê Kurdistanê 45 kîlometrî rojhilatî Qamişloyê ye, li ser riya Girkê Legê Qamişlo ye. Piraniya şêniyên Çelaxa ji kurd û ereban pêk tê.
Herî dawî, şervanên YPG’ê di 9’ê Çileyê de dest bi dorpêçkirina Tabura Leşkerî ya Gir zîro kirin. Di vê dorpêçkirinê de ji 5 aliyan şer rûda û bû sedama kuştin û birîndariya hin leşkerên rejîma Sûriyeyê. Piştî dorpêça 11 rojan berdewam kir, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê aşkere kir ku herêma Gir Zîro bi temamî ketiye bin kontrola wan.
ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
Kurdan li aliyekê li dijî êrîşan liberxwe dan û neketin nava şerê qirêj, li aliyê din jî pêdiviyên siyaseta xwe ya serbixwe bicîh anîn. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû bajar di destê gel de ye.
YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL
Bi destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî destkeftiyên herêmê parastin.