Vegera bi hezaran Kobaniyan dewam dike
Vegera bi hezaran Kobaniyan dewam dike
Vegera bi hezaran Kobaniyan dewam dike

Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji bajêr derketin, li ser berxwedana YPG'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, pêl bi pêl vedigerin. Bi hezaran Kobanêyî di van kêliyan de derbasî nava bajêr dibin.
Bi hezaran Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji bajêr derketin û li navçeya Pirsûsê bicih bûn, li ser berxwedana YPG'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêl bi pêl vedigerin bajarê xwe.
Bi hezaran Kobaniyên hatin ber deriyê sînor, di van kêliyan de jî vedigerin bajarê xwe. Li nuqteya ketina bajêr, mirov di rêzê de ne û piştî qeyda wan tê çêkirin derbasî bajêr dibin. Yên di rêza derbasbûnê de ne nîşaneya serketinê dikin û dibêjin ku ew ê Kobanê biparêzin.
Bi sedan ciwanên hatine destnîşan dikin ku ew ê bajarê xwe neterikînin û li nav refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê tevlî berxwedanê bibin.

