Vegera gundan ji nû ve avakirina çand û civakê ye!
Vegera gundan ji nû ve avakirina çand û civakê ye!
Vegera gundan ji nû ve avakirina çand û civakê ye!
Li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de, pêvajoya siyasî ya demokratîk û bêdengiya çekan destpê kir. Bi vekişîna gêrîla ya ji Bakurê Kurdistanê re, qonaxa duyemîn a vê pêvajoyê destpê kir. Ji bo rêveçûna pêvajoyê, paralelî gavên ku aliyê Kurd avêtiye, divê şopên şerê qirêj ê bi salan li Kurdistanê hatiye meşandin, werin jêbirin.Yek ji şopên herî qirêj ên ku şerê teybet li Kurdistanê hiştiye, ji bo Kurdistanê bê mirov bihêlin valakirina gund û cihên nîştecihbûnê ye.
Şerê ku bi salane di navbera Kurd û Tirkan de tê meşandin ji bo jêbirina şopên vî şerî û pêşketina jiyaneke normal, Kurdên ku ji cih û warên xwe bûne dixwazin mexduriyeta wan bê derbaskirin û derfetên vegera gundan bêne dayîn. Yek ji şert û mercên destpêkirina pêvajoya demokratîk, afirandina derfetên vegera gundane ku ji bo cihên ji aliyê gerîla ve hatine valakirin bi hêzên şerê taybet neyên dagirtin.
Piştî mesaja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de dayî, li Amedê bi hezaran kesî ji bo vegera gundên xwe serlêdana saziyên peywendîdar yên dewletê kirin. Piştî vêna jî bi şêweyekî fermî li gelek cihên cuda serlêdanan berdewam kirin. Ji derveyî van serlêdanan, hewildanên gel ên ji bo vegera gundan bi berdewamî zêde dibin. Li gel vê yekê gelek rêxistin û sazî ji bo vegera gundan hewildanên cuda cuda jî dimeşînin. Lê belê bi teybetî di pêvajoya ku em tê de derbas bidin, gelo pirsgirêka vegera gundan, bi qasî tê xwestin tê destgirtin? Bersivdayineke erênî ji bo vê pirsê, ne gengaz e. Bi şêweyekî rast çareserkirina pirsgirêkê, pêwiste bi şêweyekî rast bê danasîn.
Bi çend rêzenivîsan emê li ser mijarên, pêwistiya vegera gundan, gund û civaka, wateya xwezayê ji bo gelê Kurd, wateya rastiya civaka ekolojîk demokratîk a gundan, rawestin. Dema ku Kurd vegerin gundan wê jiyaneke çawan ava bikin? Di demê berê de civaka gundan ji bo Kurdan çi îfade dikir, di roja me de vegera gundan tê çi wateyê, li ser van mijaran lêkolînkirin û gehiştina encamekî rast wê hîn zêdetir xwedî wateyekî giring be. Kurd dixwazin vegerin gundên xwe, lê belê hîna şert û mercên parastin û karên fermî ne hatine bicihkirin. Ji bo bersiva pirsên veger û temaşekirineke çawan di berdewamiya rêzenîvîsa me de dikarin bên dîtin.
VALAKIRINA GUNDAN YEK JI LINGÊ HERÎ GIRÎNG Ê KONSEPTA TINEKIRINÊ YE
Netew- dewlet ku yek ji rastiya sîstema desthilatdar a Tirk e ku înkar û îmha yek ji xelekên wê yên bingehîne, bi valakirina gundan dixwest Kurdan bihelîne. Stratejiya bingehîn; bêmirov hiştina Kurdisatnê bû. Ji damezrandina Komarê û pê ve yek ji îcadên bingehîn jî valakirina gundên Kurdistanê bû. Ev nêzîkatî bi rêyên rast-nerast, xwecih-herêmî, diyar- nediyar heyanî roja me ya îro hatiye. Bi taybetî jî di salên 90’î de dema ku konsepta ruxandina giştî dihate meşandin, bi şêweyekî kampanyayekî sîstematîk û belavî her deverê bûyî de dihate meşandin. Li gorî encama lêkolînên ku hatine kirin, dewleta Tirk di nava sînor Bakûrê Kurdistanê de, di navbera salên 1980-2000’an de di ser 4000 re gund vale kirine.
Civak û gelê Kurdistanê afirenerê jiyan û çanda çandinî-gund û niştecihbûnê ye. Bi kûrahî dizane ku barkirina ji gundan, veqetîna ji ax, dîrok, çand, aborî, mirovahî û xwezaya xwe. Ji ber vê sedemê jî tu carî dest ji daxwaza xwe ya vegera gundan bernedaye. Dema derfeteke herî biçûk bi dest dixe, hewl dide vegere gundê xwe. Di pirsgirêka Kurd de çareserî, di ketina deriyê pêvajoya di roja me ya îro de li gel vegera gundan, wê çewan bê vegerîn qasî jiyankirinê giringe.
GUND ÇI NE, DI DÎROKA CIVAKÊ DE ROLA WAN ÇIYE?
Gund tê çi wateyê, bi bîr bînin û hewilbidin bînin bîra xwe. Divê çarçoveyê de bi gihiştina têgehekî danasîna rast, rast danasîna gund, gava yekem a ji nû ve avakirina gund e. Di wateya giştî de gund, xebatên lawirvanî-çandiniyê meşandin, cihê civakên biçûk lê dijîn, cihê niştecihbûnê tê danasîn. Lê belê bi vê danasînê bi sinor mayîn xwezaya civakê, jiyan û rastiya gund wê rê li hember xelet û kêm famkirina rastiya gund veke.
Gund pêş hemû tiştî, şêweyê çand û civakbûyînê ye. Raya yekem a çand û civakbûyîna mirovan destpêka xwe ya herî mezin û cewherî li gund çêbûye. Destpêka mirovahiyê, rastî û encamên herî berfireh û mayînde, şoreşa herî mezin li gel gund pêk aniye. Nifşê mirov, ger karibe bihatibe heyanî rojên îro, deyîndarê çanda gund û çandiniyê ye. Mirovahî bi tecrubeyên xwe yên salan, zanista xwe û nirxên xwe li gel gund vegerandine sistema civakbûnê. Di vî alî de çand û civakbûna gund, dîroka xwe ya gerdûnî û civaka dîrokî rave dike.
Li ser hev jiyana barkirin û bicihbûnê gund çêbûne. Bicihbûn, cihê ku lê dijîn, anîne rewşa lê bikaribe bijî, hîn xweşiktir kirin, dema ku pêwist dike biparêze, yekem bûna xwedî war, welatparêzî û niştecihbûna azad jî li gel gund destpêkiriye.
CIVAKBÛN Û KESAYETA GUND XWEZAYÎ Û EXLAQÎ YE!
Weke civaka xwezayî jî ku bi nav dikin, hunandina civakekî exlaqî-polîtîk; kesayeta vêna, şêweyê têkiliyên civakî, şêweyê jiyanê, hest, fikir û di civakê de şêweyê danûstandinê, di roja me de hema bêje bi şêweyekî pir zehmet tê jiyîn. Têrbûyîna civaka gund a ji xwe re, nêzîkatiya xwezayê û çemkê jiyana bihevre, di kesayeta gundan de rê li ber kesayetekî bi hêz çêbibe vedike.
Ked ku yek ji pêkhatina bingehîn a civaka gund e, heskirin, xûliqandin, ciwanî, rastî, başî, safî, parvekirin, berpirsiyartiyên civakî, zekayê hestiyar, keyfxweşî, dilpak, zanyarî û weke şahî li ser van nirxan hatine damezrandin. Mirovê gundan, ji xwe bawere, ne ji lêvbazî ji rastiyê daxive, bûna xwedî gotinên vekirî, bingeha xwe ji vir digre. Li gel hev henek dikin, lê hevdu biçûk na bînin, vala dîtin-nîşandan, ji van kiryarên ku rumeta hevdu bişkênîn re cih nîne. Mirovê gundan hestiyare, aciz dibe, hirs dibe, şer dike û sil dibe. Lê belê nefret hilgirtin, pîlan çêkirin, tolhildêr û xirabiyên weke fitnê ji xwezaya gundiyan dûre. Dema ku erd diçîne, fêkî-zebze dema dixûlîqîne û dema ku lawiran xwedî dike heskirina ku nîşan dide, cewher û ked, di zanîsta vê ya di têkiliyên civakî de ku pêwiste nîşan bide deye. Her çendî ku ji derve jî temaşe bike xwedî seknekî sert jî bê dîtin, di ciwher de xwedî huyekî nerme, zelal, mirovperwer û temîze.
Mirovê gund bi dengê bilind diaxive, qêr dike, gaz dike û qerebalixê çêdike. Lê belê ev teybetmendî, ne mirovane û qerebalix çêkirin îdia kirin, bi xwe cahêltiye. Ev aliyê gundî, xwezaya wî, zindîbûna wî û heskirina wî ya jiyanê nîşan dike.
MALÊN MEZIN ÊN GUND PARLAMENTOYA GUND IN
Berevajî hestên ji derve ve hatine qebûlkirin, mirovê gundan di şêweyê têkiliyan de, şêweyê jiyana xwe ya sosyal de, di hizir de heta bêje vekirî, azad û nerme. Di jiyanê de civakekî xwezayî tê birêvebirin. Salonên mezin ên malên mezin yên gund di heman demê de cihê meclisên gundin. Hemû şevan bi şêweyekî xwezayî li malek du malan kombûyîn weke şêweyê civîn kirin çêdibe. Di van kombûyînan de fikir, êş, heskirin, keyfxweşî tê parvekirin û biryar tên dayîn. Jiyan û faaliyet tên bi rêxistinkirin, huner, wêje, marîfet û hunerwarî têne pêşkêşkirin.
Leyîstok, spor, qet naşibine spor û şahiyên bajarên ku ji bajartiya wan hatine derxistin û xistine weke pergalên madeyên hişber. Di malan de, di zeviyan de, di meydanan de, di çiyan de, li mêrg û avan de leyîstokên têne leyîstin xwezayîne. Heta bêje navê tiştên weke pere, nesîb, toto-loton derbas nabe. Leyîstokên di gund de eşqa jiyanê, şahiya wê, di faalyetên afirandkariyê de derdikevine holê. Fêrkarî, tendûristî û keyfxweşî tê de ne.
Weke nêzikatiyên bi çavekî jin weke meta dîtin, heyînekî cinsî û kole dîtin, ku di rastiya xwezaya civaka gund de tineye, ev yêk heta di bajêr û bajarokê burjuvayê de wekheviyekî şeklî ku heyî ev rastiya gundan lê nayê dîtin. Weke ku bi çavekî jin weke objeyê cinsî ne temaşekirin, jin jî xwe bi makyaj, sûsan, parfuman xwe pêşkêşî zilam nake. Xwe bi zêran, kevirên pir bi biha, bi cil û bergên renga reng naxapîne. Di civaka gund de, pîroziya jinê û rêzdariya jê re di hemû têkilî û aliyên jiyanê de derdikeve berçavan. Di civaka gund-çandiniyê de ji xwe bawerbûna jinê tame; heybet û ji xwe bawerbûn di jina gund de aliyê wê yê ku yekem derdikeve ber çave. Ji ber vê bi taybetmendiya xwe re jin di nava civakê de bi şêweyek gelek azad tevdigere, bi gotin û danûstandinên xwe azadî jê belav dibe. Di civaka gund û mirovên gund de pêş hemû tiştê jin weke mirov, afirankara jiyana civakê û di berdewamkirina neslê xwe de xwedî rola sereke, xwedî zanîst û fikrên kûre. Jiyan bi tevlîbûna jin û zilam tê avakirin, rêxistinkirin û tê berdewam kirin. Ji bo pêwistiyên xwe bi cih anîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna karên xwe bi hev re pêk tînin.
DI CIVAKA GUND DE JIN PÎROZ E!
Dewleta desthilatdar, li rexmê hemû danasînên şaş û lewazxistinê yên kapitalizmê, di civaka gund de rêzdariya ji jinê re mezine. Bi rêvebirina malê, berdewamkirina jiyana civakê û di xebitînê de jin xwedî rolek diyare. Di xwezaya civaka gund de rêveberî û pêşengiya ku jin dike cihê wê di roja me ya îro de jî giringiya xwe diparêze. Di civak û çanda gund de jin li pêşe. Di civaka gund de rengê jinê, dengê wê, keda wê û roniya çavê wê di hemû aliyan de tê dîtin. Di civaka gund de xweşiktiya jiyanê, bi xweşiktiya jinê re, bi sadebuyîna wê re, hêza wê ya xuluqandinê re, şefkata wê û heskirina wê hîn bi watedartir bilind dibe. Ji bo parastina exlaqê civakî, aborî, pirsgirêkên di nava civakê de û çareserkirina pirsgirêkan bêy ku jin hebe nayên çareserkirin. Di şerên di navbera Eşîr, gund û navxwyî de dema ku jinê kefiya xwe avête erdê şer radiweste. Dema ku jinê tifkire ruyê yê gunehbarê şer, gunehbar tobeya herî mezin dike. Jin dana şermê bi sizayên herî mezin tê sizakirin.
Qasî ku jiyana civaka gund xwedî exlaqe jî, êrişên ku têne ser hebûna wan dîsan bi nêzikatî û rêbazên exlaqiyane têne asteng kirin. Nêzikatiyên li hemberî jiyana bi exlaq, bi danûstanin weke henek, rexnekirin, dana şermê, pêre ne axivîn, xistina di tecrîtê, pêşî lê tê girtin. Sizayê herî mezin ji gund derxistine. Ji nava civakê qewitandine.
Di civaka gund de jiyan bi xwe, têkiliyên civakî, nirxên ku derdikevine holê hemû bi serê xwe estetîkin. Pêwîstî bi boyaxkirin, cîlakirin, fosforkirin û biriqandinê nake. Hevtemamkirina ku di navbera estetîk û exlaq de têkiliyên herî temamkerê hevdune. Peyvên herî bi wate di gund û çandiniyê de digehine hevdu. Nirxên ku bi estetîkê, kedê têne afirandin wêna diparêzin û hîn zêdetir bi hêztir dikin. Di roja me ya îro de, stran, dengbêjî, dawet û gazel di şêweyê jiyana civaka gund û çandiniyê de nirx û têkiliyên xwe tîni ziman.
CIVAKA GUND BI XWEZAYÊ RE LI HEV KIRIYE
Xwezaya mirov a gund bi xwe pişt dispêre faaliyetên weke çandinî û lawirvaniyê. Cihên ku herî derfetên jiyana li gel xwezayê li hevkirî ye. Kêlana erdê, avdan, lê mêzekirin, çandinî kirin, dar çandin û lawir xwedîkirin tenê dikare bi hezkirinekî herî mezin a xwezayê û hesasiyeta li hemberî wê dikare bê kirin. Jiyana gund di rastiyê de jiyanekî ekolojîke.
Di civaka gund û mirovê wê de zanîsta xwezayê bi bingehe; her bûyerekî xwezayê wateyekî didê. Baran, befir, ba, bereketa rojê, zengînî û xweşîktî dizane ev hemû wateya keyfxweşiyê ne. Parastina ax, av, kevir, dar, giya û çandiniyê di xwezaya gundî de heye. Di nêzikatiya parastinê de jê fayde bûyîn nîne. Vana ne weke milkê xwe, weke bermayê dayik û kalên xwe dibîne. Nêzikatiya li hemberî xwezayê ya zîndî, hîn kurtir dijî û van nirxan weke heyber, pere û jêder temaşe nake. Heyanî lawir ziyanekî mezin nedene çandînî, zevî û malê wî, li wan naxe. Di civak û mirovê gund de zanîsta ku şînkatî û lawir emanetê mirovin di kuraniya zanîna wê de dijî.
Kanser, aids, werem nexweşiyên weke van ên bajarên kaptalizmê, pirsgirêkên psikolojîk, xwe kuştin, xirabiyên danistandinê, depresyon û gelek xirabiyên din ên ku mirov têk dibe di civak û mirovê gund de nayê jiyîn. Ger di aliyê sosyolojî û mirovahî de bigrîne dest, dînê gund tenê ji mirovê ku di bajaran de ji rastiya xwe hatiye durxistin, hîn zêdetir bi aqiltir û xwedî zanîstekî kurtir ya polîtike.
CIVAK Û MIROVÊN DEBARA XWE BI XWE DIKIN
Di gund de cih ji bo birçîbûn, ji derve li ber sermayê man, bê kar man nîne. Civak û mirovê gund dikare pêwistiyên xwe yên bingehîn bi cih bîne, kêr xwe tê. Di gund de hemû kesê ku rewşa wî baş dixebite, xebatekî weke bê kar mayîn dernakeve pêş. Jin, zilam, zarok û pîrên xwe hemû kesê karekî bikaribe bike ji xwe re dibîne. Kesek birçî û berminetî kesê nabe. Yek ji pirsgirêkên serekî yên bajaran jî mirina ji birçîbûnê ye. Pirsigirkên weke mirina ji ber birçîbûnê ji civaka gund dure. Hemû kesê malek xwe ya ku biçe tê de heye.
Gundî bi kêrî xwe tên û vala najîn. Pergalekî herî biçûk, nirxê ku herî biçûk jî bê dîtin diparêze. Vale zerer nake. Pişt dide nirx û kedekî pir kur. Tevrek, bêrek û bivirekî weke çavê xwe diparêze. Heyî ku bi kêr kar were, bi kar tîne. Ev nêzikatiyên wan di heman demê de aliyê wê yê ekolojîk yê bi hêz jî dide diyarkirin.
Pereyê ku aborî, desthilatdarî, ez ezî ku bûye sembola kuştina civakê û ketiye di rewşa pergalêherî bi nirx de, di civaka gund de ew çendî giring nayê dîtin. Bi kirê mal girtin, ji bo avê pere dan, kirîna xwarinê û nêzikatiyên weke bi pere kar kirin ji civaka gund dûre. Ji derveyî pîvanên exlaq tê dîtin. Ev şêweyê têkiliyê, şêweyê kaptalîsta moderen ê ku li ser civaka gund ferz dike ye. Nêzikatiya weke bi hevre jiyîn û parvekirin bi rêyên pêwist yên ji jiyanê re, bi rêyên hevdû temamkirinê têne dîtin.
Mirovê civaka gundan xwedî marîfet û hunere. Afirêner û xulankare. Ji melzemeyên herî hêsan û demên herî bêderfet de, ew bi xwe melzemeyên xwe diafirîne. Ew bixwe pêwistiyên xwe yên weke cil-berg, pêlav, kumaş, xarin û vexarina xwe bi xwe diafirîne. Bi xwe mala xwe çêdike. Aşê xwe, rêya xwe bi xwe çêdike. Heyanî elektirîka xwe bi xwe çêdike.
Bi kurtasî warên gund li ser nirx û wate hatine avakirin. Wate d,afirîne, çand, civak, mirov û jiyanê diafirîne.
Wê berdewam bike......