Vegera koçberên Rojava bo ser xaka xwe berdewame
Vegera koçberên Rojava bo ser xaka xwe berdewame
Vegera koçberên Rojava bo ser xaka xwe berdewame
Vegera welatiyên ku demek beriya niha ji Rojavayê Kurdistanê koç kirine, lê dîsa vedigerin malên xwe didome. Bi taybetî ji Deriyê Sînor ê Sêmalka û Dirbêsiyê rojane nêzî 500 kes vedigerin Rojava.
Li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê ku di navbera Bakûr û Rojava de ye û Deriyê Sînor ê Sêmalka ku di navbera Başûr û Rojava de ye, ev demeke liv û tevgerek zêde heye. Sedema vê tevgerê jî ne ku derî hatine vekirin, nexwasim hîn jî herdu deriyên sînor girtî ne, lê sedema liv û tevgerê vegera koçberan e.
Welatiyên ku demek beriya niha ji Rojavayê Kurdistanê koçî Bakûr û Başûr kiribûn, dîsa vedigerin malên xwe. Li gorî agahiyên ku rayedarên sînoran dane, rojê zêdetirî 500 kesan vedigerin Rojava.
Berpirsiyarên deriyê Sêmalka diyar kirin ku tenê roja pênşema borî de 916 welatî vegeriyan e.
Piraniya welatiyên ku ji Başûrê Kurdistanê vedigerin Rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku ew ji ber rewşa bêkariyê û nêzîkahiya nebaş a ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve vedigerin. Her wiha rewşa bêzar li kampên koçberan, girtina nasnameyan ji wan û qedexekirina derketina ji kampê jî wekî sedemên vegerê tên nîşandan.
Welatiyan diyar kirin ku hejmarek ji koçberên din jî dixwazin vegerin welatê xwe, lê rayedarên Başûr bi buhaneyên vala astengiyan ji wan re derdixe. Her wiha hin welatî 2 rojan li ser sînor dimînin heta ku wan derbas dikin.