Vegera piştî 19 salan li gundê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat valakirin

Vegera piştî 19 salan li gundê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat valakirin

Gundiyên Cerrahî yên navçeya Şirnex Hezexê, ku gundê wan beriya 19 salan bi fermana Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz ve hat valakirin, bi derfetên xwe vegeriyan gundê xwe.

Gundiyên Cerrahî yên di sala 1994'an de rastî serdegirtina Fermandarê Jendermeyan ê wê demê yê Cizîrê Cemal Temîzoz hatin, piştî îşkence û 3 roj dema ji bo valakirina gund, neçar man koç bikin.

Bi pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 16 malbatan serî li Qeymeqamiya Hezexe dan û xwestin vegerin gundê xwe. Qeymeqamiyê destûra vegerê da, lê ji bo çêkirina malên gundiyan ên bûne xirbe, ti alîkarî neda.

JI BO VEGERE DESTÛR HAT DAYÎN LÊ...

Hasan Hamarat ê 36 sal in keyayê gundê Cerrahî ye da xuyakirin ku ew êdî dixwazin li gundê xwe bijîn û got, "Ji bo vegerê me beriya 6 mehan serî li rayedarên dewletê dan. Lê îro destûra vegerê hat dayîn. Em bi derfetên xwe vegeriyan gundê xwe. Lê belê li gund ne av, ne rê, ne jî elektrîk heye. Malên li gund ên 19 sal in bê xwedî man, xera bûne. Ji bo çêkirina malên nû, derfeta me ya madî nîne."

Hamarat ragihandin ku eger av, rê û eletkrîkê bikşînin gund dê malbatên din jî li gundê xwe vegerin û got, "Niha em 16 malbat vegeriyane gundê xwe. Lê belê şert û mercên heyî rê nadin em li vir bijîn." Hamarat ji bo başkirina şert û mercên jiyanê bang li Walîtiya Şirnexê û Qeymeqamiya Hezexê kir.

Ciwan û zarokên 16 malbatên vegeriyan, ji ber ku yekemcar gundê xwe dîtin, kêfxweş bûn. Gundiyên Cerrahî ji ber hilweşîna malên wan, tinebûna elektrîk û avê bi tenê rojekê li gundê xwe man û destnîşan kir ku eger alîkarî ji wan re bê dayîn, ewê bi temamî li gundê xwe bicih bibin.