Vegera Rojavayiyan didome
Vegera Rojavayiyan didome
Vegera Rojavayiyan didome
Gelê ku ji Rojava ji ber êrîşên DAIŞ’ê hatin Şirnexê û piştî geşedanên li Rojava dîtin, dest bi vegerê kirin. Rojavayiyên hatin herêma Şirnexê, bi otobus û mînîbusan anîn sînor û ji vir jî derbasî Rojava bûn. Li aliyê din yên sînor jî YPG’iyan gel pêşwazî kirin û şandin herêma Dêrikê.
Piştî êrîşên DAIŞ’ê Rojavayiyên hatin Şirnexê dest bi vegerê kirin. Rojavayiyên li Şirnex, Cizîr û Sîlopiyê diman, serî li Qeymeqamtiya Cizîrê dan û otobus hatin tahsîskirin û şandin sînor.
Rojavayiyên li Şaxa Trafîkê ya Cizîrê berhev bûn, ji sînor derbasî aliyê din bû.
Hate hînbûn ku dê di rojên pêşde jî veger bidomin.
