Veguhestina ji Girtîgeha Tîpa e ya Amedê dest pê kir

Veguhestina ji Girtîgeha Tîpa e ya Amedê dest pê kir

Piştî ku Wezareta Dadê ya Tirk biryara valakirina girtîgeha Tîpa E ya Amedê girt sewqkirina giriyan jib o Tekîrdagê ya 1600 km re yî dûr e hat kirin. 84 girtiyên  bi balafirê ji Amedê anîn balafirgeha Çorluyê ji vir bi wesayîtên rîngê birin avahiyên nû yên li gel girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatine avakirin bi cihkirin. Hat zanîn ku dê sewqkirina girtiyan bo Tekîrdagê bidome.

84 girtiyên li balafirgeha Çorluyê bi 9 wesayîtên rîngê yên cuda bi tedbîrên mezin birin Tekîrdagê. Hate hînbûn ku dê îro jî ji Amedê sewqkirian bo balafirgeha Çorluyê bidome.

Waliyê Amedê Mustafa Toprak jî diyar kir ku girtîgeh nayê girtin, tenê ji bo ku kapasîteya wê zêde bûye sewq dikin.  Toprak da zanîn ku ji bo şert û mercên girtîgehan bên başkirin wan girtiyan dişînin girtîgehên din.

Toprak wiha got: “Kapasiteya girtîgehê hezar û 45 e.  Hê hejmara wan gihaşt hezar û 200’î.  Ji ber vê wezareta dadê biryarek wisa girt. Ji ber vê girtiyan didin girtîgehên din. Girtina girtîgehê ne  mijara gotinê ye. Çêkirina girtîgeha ligel girtîgeha Tîpa D ya Amedê didome.heta ev girtîgeh temam nebe girtîgeha Tîpa E nayê valakirin.”