Vekişîn... -Rêşad Sorgul

Vekişîn... -Rêşad Sorgul

Behsa ruhê dem û rojgaran tê kirin. Kesên ruhê demê fêhm bikin û rast bixwînin bi ser dikevin. Kengî qonaxek bi dawî bibe, qonaxeke nû dest pê dike. Mîna ku mirov ji demsalekê derbasî demsaleke din bibe. Lewma divê mirov ji demsala nû re amade be.

Li vê qonaxê kirasek hatiye birîn û di çarçoveya siyaseta demokratîk de dixwazin bifesilînin. Di demên welê de herçiqasî behsa siyasetê bê kirin jî hêza ku ava bin kayê ye, bêdeng lê weke şîpeke har dimeşe sermaye ye. Demogogên bi dawa wê jî girtine li ser kar in. Her yek ji milekî û piralî dimeşin û dixebitin.

Şerê bi çakûç û biviran radiwest e, yan jî li ser rawestandina wî alî li hev dikin û li şûnê bi hev re biryara şerê nerm didin. Di şerê nerm de jî gelek amûr têne bi kar anîn. Lê amûrên sereke, amûrên çandî û aborî ne.

Hêzên ez îşaret bi wan dikim, li bendê ne, hêzên gerîla vekişin. Lê hêz hene naxwazin gerîla vekişin. Ji ber ku ew jî naxwazin dest ji berjewendiyên xwe bikişînin. Wan jî tevna xwe li gorî şerê bi çakûç û biviran vegirtine. Tevgera Azadiyê ragihand ku dixwaze hêzên xwe vekişîne û meydanê li siyaseta demokratîk veke. Lê guftûgoyên di vî warî de têne kirin, dihêlin ku mirov bibêje, ev camêr û canik naxwazin gerîla xwe vekişînin. Dibêjin çawa hatine bila wilo jî vegerin. Ya rastî, mirov dipirse, kî ji ku hatiye û diçe ku. De em qebûl bikin ku vekişiyan, îcar wê bibêjin, bila çekan deynin. Hingê jî wê bibêjin, çawa rahiştine çekan bila wilo jî çekan deynin. Ma ne wê wextê jî divê em bibêjin, dagirker çawa hatine bila wilo jî derkevin?

Behsa Koma Rûsipî û Maqûlên Civakê dikin. Bêguman kes li dijî komek bi vî rengî nîne. Lê mirov ji xwe dipirse, ma ev dewlet û meclis nikarin bi erka xwe rabin û tê bîra wan rûsipî û maqûlên civakê hene.

Ez xal bi xal destnîşan dikim û têm ser mijara ku min kiriye armanc. Di destpêkê de bêyî ku bi nav bikim min îşaret pê kir. Mijar Civaka Xweser e. Kengî şerê nerm ket rojevê, hingê divê civak bi rola xwe rabe. Dewlet bi navê bacê xûkiyê ji civakê digire, bi navê ewlehiyê ciwanan dike esker û bi navê rêveberiyê tehsîldar û katiban ji xwe re çêdike. Kabên xwe li ser pişta civakê diavêje. Ji wê digire li wê dide, ji wê dixwe di bêfla wê re tîne. Lewma divê civak baca xwe bi destê xwe kom bike, xwe bi xwe biparêze, debara xwe bi xwe bike û perwerdeya xwe bi xwe bike.

Kengî tiştek vekişiya, wê tiştekî din cihê wî bigire. Lewma divê civak bi erk û peywirên xwe yê nû rabe. Wekî din, divê vegera gundan were teşwîqkirin. Bi alîkariya şaredariyan gundên mînak bêne avakirin. Bi alîkariya pisporan divê cotkariyeke bi ber bê meşandin. Ev hemû divê bi perwerdeyeke hemdem bê tacîdarkirin.

-Azadiya Welat