Viyan Soran li Qendîlê hat bibîranîn

Viyan Soran li Qendîlê hat bibîranîn

Gerîlaya PKK’ê Viyan Soran (Caf) di 2’ê sibata 2006’an de bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Viyan Caf li Qendîlê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Viyan Soran di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li herêma Balayan a girêdayê Qendîlê  bi merasîmeke ku ji aliyê Tevgera Jinan a Hemwelatiyên Azad ve hat organîzekirin hat bibîranîn.

Di merasîmê de ligel endamên Tevgera Jinan a Hemwelatiyên Azad gelê Qendîlê jî amade bûn. Merasîma bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin ewil nameya Viyan Soran a beriya çalakiya xwe nivîsibû ji aliyê mamosteyê gundê Rezokê, Serbaz ve hat xwendin.

Piştî nameyê endama tevgera jina a Hemwelatiyên Azad Banu Hesen Hemîd hate xwendin û li ser têkoşîn û çalakiya Viyan Soran axaftinek hat kirin. Banu Hesen Hemîd diyar kir ku Viyan Soran di tmenê xwe yên ciwan de bi sekn û têkoşîna xwe şoreşgerek mînak bû û naveke sembol ya Tevgera Azad a Kurd bû.  Hemîd anî ziman ku Soran hem di têkoşîna azadiya kurd û hem jî di têkoşîna azadiya jinê de mîlîtaneke pêşenge û di seranserê jiyana xwe de ji rêgezên azadiyê tu carî tawîz nedaye.  Têkoşîna wê ya jiyanê nîşaneya vê ye. Hemîd anî ziman ku divê xwedî li têkoşîna Viyan Soran bê derketin.

Di merasîmê de sînevîzyoneke ku têkoşîna Viyan Soran û şoreşgerên başûrê Kurditanê vedigot hat nîşandin. Her wiha di sînevîzyonê de cih dan jiya her sê siyasetmedarên kurd yên li Fransayê hatin qetikirin.