Vîyan Soran li Wanê hate bibîranîn
Vîyan Soran li Wanê hate bibîranîn
Vîyan Soran li Wanê hate bibîranîn
Li Wanê Viyan Soran ji aliyê DOKH'ê ve hat bibîranîn. Di bernameya bîranînê de Parlamenterê BDP'e yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku, li şûna li benda çareseriyê bin, lazime bêtir têkoşînê bilind bikin û wiha got: "Ji bo aştiyê divê em Birêz Ocalan tenê nehêlin û piştgiriyê bidin wî."
Tevgera Jinê ya Demokratîk û Azad (DOKH), li Wanê ji bo gêrîlaya HPG'ê Viyan Soran ya bi boneya tecrîd û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, di 2'ê Sibatê de bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anîbû bi bîr bîne, bername pêk anî. Di bernameyê de Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer, Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Endamên Komeleya Welatiyên Azad ya Xacortê MEYA-DER, GOÇ-DER, TUYAD-DER jî di dav de bi sedan kes amade bûn.
Li ser maseyê posterê Viyan Soran hat daliqandin û derdorê ê bi qurnefilan hat xemilandin. Di bernameyê de aktivîsta DOKH'ê Fîgen Yaşar diyar kir ku, Viyan ji bo komlpoya 15'ê Sibatê şermezar bike li Behdinanê çalakî bilind kir û bu parazvanê heqîqet û felsefeya evîna rêbertiyê. Di bernameyê de piştî axaftinê sînevîzyon hatin amadekirin. Piştre helbest hatin xwendin. Li salonê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Di bernameyê de Parlamenterê BDP'e yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku, divê ew li bendê nemînin ku kes ji derve bên pirsgirêkên wan çareser bikin û lazime ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Uçer xwest ku ji bo aştî pêş bikeve pêwîste piştgiriyê bidin Ocalan.
Pişt re xebatkarên Navenda Guldexwîn ya Şemzînanê derketin ser dikê û endama komê Xezal stran gotin.