Walî serokê şaxa Mazlum-Derê veto kir
Walî serokê şaxa Mazlum-Derê veto kir
Walî serokê şaxa Mazlum-Derê veto kir
Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê û Serokê Şaxa Amedê Selahedîn Çoban ku ji bo civîna bi nûnerên saziyên sivîl ya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû û Wezîrê Lawirvanî û Çandiniyê Mehdî Eker re hatî vexwendin, bi fermana Waliyê Amedê Mustefa Toprak destûr nedan bikevin civînê.
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû û Wezîrê Lawirvanî û Çandiniyê Mehdî Eker ji bo gelek rêze hûrkolînan bikin hatin Amedê û bi nûnerên saziyên sivîl re li Otela Green Parkê civînek pêkanîn. Alîkarê Serokê Mazlum-Derê û Serokê Şaxa Amedê Selahedîn Çoban ku ji bo civînê hatibûn vexwendin dema çûn deriyê otelê ji aliyê parazvanan ve hatin vegerandin.
Li rexmî ku jêre ragihandin ku, ew vexwendine civînê jî, hate hînbûn ku bi fermana Walîtiyê destûr nedan bikevin hundir.
Selahedîn Çoban di heyeta ku leşker û peywirdarên dewletê yên ji aliyê HPG’ê ve serbest hatin berdan teslîm girtî de bû.