Walî Toprak: Balefira NATO’yê neçarî danî Amedê

Walî Toprak: Balefira NATO’yê neçarî danî Amedê

Waliyê Amedê Mustefa Toprak da diyarkirin ku, balefira leşkerên NATO hildigirt ji ber sedema muxalefeta hewayê ya Trabzonê bi neçarî daniye Amedê.

Walî Toprak da zanîn ku, di çarçoveya hêzên NATO’yê de ji Fînlandiyayê 65 leşkerên Swêdî û 62 leşkerên Fînlandiyayî dibirin paytextê Efxanîstan Qabîlê, ji bo sotemeniyê werbigire beriya wê agahî dabû Balefiregeha Trabzonê, ji ber sedema muxalefeta hewayê dema nekarî dane, li derdora demjimêr 00.15’an de danî Balefirgeha Amedê.

Toprak da diyarkirin ku, ji ber ku demê firîna balefiran tejî bibû “Balefir û muretebat şevê li Amedê man, piştre sibehê careke din ber bi Qabîlê ve çûn.”