Walîtiya Colemêrgê polîsê qatîl mafdar û gel tewanbar kir
Walîtiya Colemêrgê polîsê qatîl mafdar û gel tewanbar kir
Walîtiya Colemêrgê polîsê qatîl mafdar û gel tewanbar kir
Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe a girêdayî du kesên ku li Geverê polîsan qetil kirin de polîs mafdar kir û îdia kir ku gel polîs tehrîk kirine.
Di encama gulebarana polîsan a li ser girseya ku li navçeya Colemêrgê Geverê êrişên li dijî gorên gerîlayan şermezar dikirin de du kesên bi navê Reşît û Veysel Îşbilir jiyana xwe ji dest dan, Walîtiyê daxuyanî li ser da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li navçeya bajarê me Geverê li Sêriyana Oslo li derdora saet 14:30 de pîştî daxuyaniya ku li ser protesto kirina zarerdayînên gorên şehîdên BTO (Rêxistina Cudaker a Terorê) şûnde di nava komekî 150-160 de 25-30 kesên bi maske bi molotof kokteylî, teqemeniyên çekerên dest û guleyên hewayî li dijî hêzên parastinê dest bi êrişê kirine.”
Walîtiya ku diyar kir polîsan li dijî çalekvanan gaz û avê mudaxele kiriye îdia kir ku çalekvanan çekên namlûya wan dirêj bi kar anîne û wiha got:
“Polîsan li gorî pîvanên Hêzên Çevik bi gaz û avê mudaxeley çalekvanên êriş kirin kiriye. Piştî çêbûna boyerê saetek şûnda çalekvanan bi 8-9 çekên şer li cihên cuda dest bi gulebarana TOMA kirin. Piştî gulebarên ku li wesayitên zirxî îsabet kirin zerek mezin çêkirin. Polîs neçar ma ku tîmên Tevgera Teybet bêxin di dewrê de û li navenda bajêr pevçûnên bi gule derketin holê.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Colemêrgê ti goristanên ku ji aliyê saziyên raya giştî ve ku hatine xerakirin nînin û gotinên weke kesên bi navê Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir jiyana xwe ji dest dane hatin gotin.