Walîtiya Colemêrgê vê carê ciwanê di komayê de tawanbar kir

Walîtiya Colemêrgê vê carê ciwanê di komayê de tawanbar kir

Walîtiya Colemêrgê ciwanê 25 salî Bemal Tokçu yê di merasima cenazeyên 2 welatiyên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin de bi giranî birîndar bû, tawanbar kir. Walî Tokçu wekî "Çalakvanê bi çek" bi nav kir. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr (35) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) polîsan dîsa bi çekan mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de ketober gule berdan hewayê. Di mudaxaleyê de Bêmal Tokçu (25) ji serê xwe ve bi girani birîndar bû. Tokçu rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tokçu ku sewqî Wanê hat kirin, emeliyat bû. Hat zanîn ku rewşa Tokçu giran e û talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Têkildarî mijare Walîtiya Colemêrgê berê têkildari kuştina 2 welatiyan gotibû "Di şer de hatin kuştin" niha jî ji bo Bermal got "Çalakvanê Çekdar" bikar ani. Bermal di merasima 2 cenazeyan de rastî mudaxaleya polîsan a hişk hat û di mudaxaleyê polîsan a bi ava şit, bombeyên gazê û çekdarî de ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Rewşa Tokçu, hêj giran e û talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. 

Hat zanin ku Tokçû dê nêzî 6-8 saetan di emeliyatê de bimîne.