Waliyê Bedlisê, li xerakirina 'Şehidiya Xerzan' mukur hat

Waliyê Bedlisê, li xerakirina 'Şehidiya Xerzan' mukur hat

Waliyê Bedlisê li hilweşîna Goristana Gundê Olekê ya gorên gerîlayên PKK'ê jî lê heye ya bi navê "Şehîtlîka Xerzanê" mukur hat. Walîtiyê diyar ku ji ber çêkirina goristanê li gorî wî ne rast e, wan xera kirine.

Di 25'ê Tebaxê de li gundê Olekê gora gerîlayên PKK'ê ya bi navê "Şehîtlika Xerzanê" ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibû hilweşandin. Gora ku bi maşîneyên kar hat hilweşandin û rûxandin rastî nerazîbûneke mezin hatibû. 

Têkildarî mijarê Walîtiya Bedlisê duh daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya têkildarî Goristana Şehîtlîka Xerzan a li Gundê Olekê ku înşaeta wê hêj didome wiha got: "Der barê gora ku înşaeta wê didome de me Keyayê Gund, Rêxistina BDP'ê ya Bajar, saziyên sivîl ên civakî agahdar kir. Me got înşaeta goristanê ne li gorî mewzuatê ye. Goristan di 25'ê Tebaxa 2013'an de ji aliyê Yekîneyên Sekreterya Îdareya Taybet a Bajar Walîtiya Bedlisê ve di bin ewlehiya Fermandariya Cendirmeyan a Bedlisê ve hatiye hilweşandin."