Wan îro ji bo Kobanê dimeşe

Wan îro ji bo Kobanê dimeşe

Serokê DBP’a Wanê Musa Îtah bang li gelê Wanê kir ku tevlî çalakiya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê pêk tê kir.

Îtah li avahiya DBP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku AKP bi trênan cebilxaneyan ji DAIŞ’ê re dibe û got ku divê gel pêşî li vê yekê bigire.

Îtah destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê di amadekariya komkujiyeke nû de ye û wiha berdewam kir: “Divê hemû gelê me di vê mijarê de baldar be. Em saet di 18’an de bi armanca ku van êrîşa protesto bikin li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyekê didin û piştre jî meşekê li dar dixin. Em hemû gelê xwe dawetî vê çalakiyê dikin.