Wan ji bo Kobanê seferber bûye
Wan ji bo Kobanê seferber bûye
Wan ji bo Kobanê seferber bûye
Ji Wanê, piştî bi dehan otobus û wesayîtên 3 roj berê ji bo destekkirina Kobanê çûn Pirsûsê, duh êvarê jî 3 otobus ketin ser rêya herêma sînor. Piştî meşa îro ya li bajêr wê girseya gel biçe Pirsûsê.
Li Wanê seferberiya ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Kobanê ya li dijî êrîşên DAIŞ'ê, dewam dike. Ji Wanê ku piştî ku bi sedan kes berî 3 rojan çûn Pirsûsê, duh jî 3 otobusên din berê xwe dan heman herêmê.
Çûyîna girseyî wê îro be.
Serokatiya DBP ya Bajêr der barê mijarê de daxuyaniyek da û bang li gelê Wanê kir ku Îro saet di 21'an de li ber avahiya bajêr bicivin.
Li gorî bangê girseya gel wê li Parka Feqiyê Teyran kom bibe û ber bi avahiya DBP'ê ya Bajêr ve meşekê lidar bixe. Piştî meşê jî wê biçe navçeya Riha Pirsûsê.