Wan wê ji bo girtiyên nexweş bimeşe
Wan wê ji bo girtiyên nexweş bimeşe
Wan wê ji bo girtiyên nexweş bimeşe
Li Wane, bi pêşengiya TUHAD-DER'ê bi armanca serbestberdana girtiyên nexweş, wê meşek ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê pêk were.
Ji bo serbestberdana 256 girtiyên nexweş ên li zîndanan, ji aliyê TUHAD-DER a Wanê meşeke mezin tê lidarxistin.
TUHAD-DER'ê li Wanê belavok belav kir û banga beşdariya li meşê kir. Di belavokê de weha hat gotin, "Yek ji şertên sereke yên pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hat destpêkirin, serbest berdana girtiyên nexweş ên siyasî bû. Beramberî vekişîna gerîla, ji bo rêveçûna pêvajoyê diviyabû destpêkê girtiyên nexweş ên rewşa wan girane bihata berdan. Lê belê tevî ku 256 girtiyên nexweş xwedî rapora 'Nikare li nexweşxaneyê bê ragirtin', ji ber helwesta alîgir a Saziya Tipa Edlî ev 6 meh in ti ji wan nehatine berdan. Ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan em bang li tevahiya gelê yê welatparêz dikin ku beşdarî meşa me ya sibê ya ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bibe."
Meşa bi dirûşma "Bila wicdan bêdeng nemînin, mirovahî nemire, em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin" wê roja Înê saet di 13.30'an de li ber avahiya BDP'ê ya Bajarê Wan destpê bike.