Waniyan pakêta AKP’ê protesto kirin

Waniyan pakêta AKP’ê protesto kirin

Bi hezaran waniyên derketîn kolanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwetin. Waniyan paketa îro hatî diyar kirin jî protesto kirin.

Li Wanê meşa ku di bin pêşengtiya BDP’ê û HDP’ê de ya bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû.” Li ber avahiya Rêxistina BDP’a Wanê destpê kir. Bi hezaran kesan bi dovîz û pankartên  "Bila zimanê Kurdî bibe zımanê fermî", "Serkan Tosun bê bimirine", "Rêya aştiyê di azadiya rêberê me re derbas dibe.” û "Ez Kurd im, perwerdayiya bi kurdî dixwazîm" hilgirtin û her tim slogana "Bijî Serok Apo" avêtin.

Di dema meşê de TOMA’yan û hêzên  çevîk  xwestin pêşiya meşê asteng bikin. Lê piştî gengeşeyê  polîsan destora meşê da

Girseya ku sloganên "Kurdistanê ji  we re bibe guristan faşizim" û "Bijî Berxwedana YPG" di avêtin ber bi Parka  Feqeyê Teyran ve meşiyan.

Di meşê de endama Meclisa  BDP’ê Saadet Becerîklî, Serokê Şaredarê Wanê  Bekir Kaya, hevserokê BDP’ê yê bajarê Wanê  Fîgen Yaşar, Cigirê hevserokê BDP’a bajarê Wanê Azîm Yacan, Hevserokên Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) ya bajêrê Wanê Esen Gunay û Harun Okay û serokên şaredarên navçeyan amadebûn.

Daxuyanî ji aliyê cigirê  hevserokê BDP’a Wanê Azim Yacan ve hat xwendin û da diyar kirin ku pakêta ku serokwezîr Tayyîp Erdogan dayî diyar kirin ji daxwazên civakê durîn. Yacan da destnîşan kirin ku wan wek BDP ji berê  ji gotibû naveroka pakêtê vale û wiha got: “ Di derbarê muzakereya û rewşa Birêz Ocalan de tiştek nîne. Qanûn a tekoşîna li dijî terorê ne hat guhertin. Daxwazên me yên wek perwerdeya zimanê dayîkê ne hatin bi cih kirin. Me jî ji bo balê bikêşîn li ser rewşa pirsgirêka gelê kurd û bînîn bira meclisê ev meş li dar xist.

Piştî Yacan hevserokê HDK’ê Harûn Okay mafê axiftinê girt û  da diyar kirin ku bi vê pakêtê qet pirsgirên çareser nabe.

Piştî daxuyaniyê bi slogana 'Bijî Serok Apo' çalekî bi dawî bû.