Wargeh derbasî pergala perwerdeya modernîteya demokratîk dibe

Wargeh derbasî pergala perwerdeya modernîteya demokratîk dibe

Di encama 8. Konferansa Perwerde û Hîndkariyê ya Wargeha Şehîd Rustem de biryar hat girtin ku li dijî sîstema perwerdeya modernîteya kapîtalîst, pergala modernîteya demokratîk bingeh were girtin û pergala perwerdeyê li gorî vê yekê bê sererast kirin.

8. Konferansa Perwerde û Hîndekariyê ya Wargeha Şehîd Rustem a bi şiyara “Zihniyeta demokratîk, Perwerdeya demokartîk û civaka demokratîk”bi beşdarbûna 191 delegan di 23’ê Îlon’ê  de hatibû destpêkirin, duh bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûştem duh êvarê saet di 22:00'an de 8. Konferansa Perwerde û Hîndekariyê ya Wargeha Şehîd Rûstem(Mexmur) bi dawî bû. Di di nava 7 rojên konferansê de gelek nirxandin û şîroveyên girîng hatin kirin û biryarên girîng der barê pergala perwerde û hindekariyê de hatin girtin. Biryar hat dayîn ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser navê mamostayên Mexmûr peyamek bê şandin û piştgiriya xwe ya bi pêvajoya ku ji aliyê Ocalan ve hatî destpê kirin dan nîşan dan. Di axaftinên dawî lê anînê de jî ji gelê Rojavayê Kurdistanê re silav hat şandin û dilsoziya xwe ya ji bo gelê Rojava destnîşan kirin. Rêveberiyek ji 21 kesan pêk dihat hat ava kirin û komîsonek 7 kesî ji bo desteya disiplînê û yekî 4 kesî jî ji bo karên derve ji aliyê delegeyan ve hat hilbijartin.

Biryar hat girtin ku li dijî sistema perwerdeya modernîteya kapitalizmê sistema modernîteya demokratîka bingeh were girtin û wê ji niha û pê de hemû pergalên perwerdê li ber çavan re we re derbas kirin û  niha û pê de hemû pirtûkên waneyan ji bi reng der bikevin.

Di dawiya Konferansê de her yek ji Koordînasyona Saziya Zimanê Kurdistanê (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê Nesrîn Doko û Rêveberê Girkê Legê Emîn Elî Omer axaftinek kirin û bal kişandin li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û gotin: “Gelê Rojavayê Kurdistanê di her milê de derfetê wan heye û xwe bi rêve dibin, ew kesên ku li dijî vîna gelê Rojavayê Kurdistanê derdikevin û dibêjin hêza gel nîne xwe bi rêve dibin kesên bê îrade û ji bo berjewendiyên xwe şoreşa Rojava dihên û tên  xwe di avêje berdestê Başûrê Kurdistanê. Wê ev kesan ne xêra gelê Rojava di van de hebin ne jî ya gelê Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku ewên di tengiyê de kêrî gelê xwe neyên wê di firehiyê de jî kêr nênên. Di vê di vê demê de hemû mamostayên Kurdistanê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bibin alîkar ji ber ku me ji nû de dest bi avakirina akademî û waneyên Kurdî kirî ye.”

‘EM JI XWE RE NIVŞEKÎ NÛ DIKIN ARMANC’

Piştî axaftinên delegeyên Rojavayê Kurdistanê xilas bûn ji aliyê endamê Koordînasyona Perwerde û Hîndekariyê ya Mexmûrê Ehmed Mihemed axaftina girtinê hat kirin û bal kişand li ser ji nû ve avakirina pergala perwerdeya Mexmûrê û da diyar kirin ku wan ji xwe re wek anternatîfa dijî sistema modernîteya Kapitalist modela modernîteya demokratîk ji xwe bingeh girtine û wiha got: “ Em wargeh, modela perwerdeya KCK’ê bingeh digrin û li gorî rêgezên civakekî demokratîk perwerdekirina nifşê nû ji xwe re bingeh digrin. Ji ber ku ta nivşê nû demokratîk û azad nebe wê civak jî azad nebe. Her wiha li ser bingehê civakekî ekolojîk, demokartîk û wekheviya zayendî avakirina kesayetan ji xwe re bingeh digrin û li dijî nivsê dokxmatîkîn. Niha gelê Rojavayê Kurdistanê dina germahiya şoreşê de dijîn em li ser navê hemû mamostayan berxwedana wê derê silav dikîn û dilsoziya xwe ji bo wan didin diyar kirin. Di vê gelê Kurd gelê Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehê ne ji ber Rojava rûmeta hemû Kurdane.”
Herwiha Mihemed da diyar kirin ku divê ji niha û şûnde hemû derfetê di destê saziya perwerdeyê de heyî ji bo pêşxistina civakê û nivşê nû bi kar bîne û avakirina civakekî nû ji xwe re bingeh bigre. Her wiha ji bo wan kesên xwedî hunerin derfet bên afirandin.

Di Konferansê de hinek biryarên hatin girtin wiha ne:

  • Ji niha û şûnd wek anternatîfa dijî sistema perwerdeya modernîteya Kapitalist, modela demokratîk binghe were girtin.
  • Dibistanekî amadeyî ji bo çand û hûnerê dê were ava kirin
  • Akademiyek her du salan xwendevan mezûn bike dê were avakirin.
  • Rêvebername ji nû de hat avakirin.
  • Rêveberiya xweser hat avakirin û kota jî ji sedê 40 hat diyar kirin
  • Dê ji niha û şûnde metodên fêrbûnê bên nû kirin û dê ji niha û şûnde pirtûkên waneyan bi reng derbikevin.
  • Dê di nava waneyên refên hejmarî û wêjeyî de hevsengiya waneyan bê çêkirin.
  • Kesên ku dixwazin ji derve bên bixwînin dikarin ji dibistana  seretayî heya amadeyî bixwînin û dîplomeyê werbigrin.
  • Xwendevan wê di tenemê di navbera 5,6 û 7 salî de werin girtin ji bo sala despê kê.

Konferans bi dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Em berxwedana gelê Rojava silav dikîn” bi dawî bû