wargeha Ş.Rustem hevserokên şaredariya xwe hilbijartin

wargeha Ş.Rustem hevserokên şaredariya xwe hilbijartin

Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dûh ji bo hilbijartina hevserokên şaredariyê çûn ser sindoqan. Encama hilbijartinan îro diyar bû. Li gorî encamên ku desteya bilind a hilbijartinan ya wargehê diyar kirî Bermal Colemêrgî û Mamosta Kendal Hilalî ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Hilbijartina Şaredariyê li wargehê ku her dû salan carekê pêk tê îsal pênç namzetan li ber xwe dan. îsal hilbijartinên şaredarî bi sîstema hevserokatiyê hatin hilbijartin. Encama hilbijartinên hevserokşaredarî îro bi bejdariya hemû kesên ku di hilbijartinê de ji bo serokşaredarî û meclîsa şaredariyê navê xwe ji bo berendamtiyê diyar kiribûn, li saziya desteya bilind a hilbijartinê bi merasîmekê hate aşkere kirin.

Di merasîmêde berdevkê desteya bilind a hilbijartinê Kendal Teyî encamên ku ji aliyê desteya bilind a hilbijartinan ve hatibûn diyar kirin xwend.  Li gorî encamên ku diyar bûne, ji sedî 79’ê dengan li wargehê hatiye bikaranîn û encamên ku derketine wihane:

Dengên ku Bermal Colemêrgî standin : 1903

Dengên ku Mamosta Kendal Hilalî standin: 1806

Li gorî vê Bermal Colemêrgî û Mamosta Kendal Hilalî ji bo hevserokatiya şaredariya wargeha Şehîd Rustem Cudî hatin hilbijartin.

Meclîsa şaredariyê jî ji nava 24 kesên ku ketin hilbijartinê 12 kes biserketin û bûn endamên meclîsa şaredariyê.