Wargeha Ş. Rûstem ji bo hilbijartina Hevşaredarên îro çûne ser sindoqan
Wargeha Ş. Rûstem ji bo hilbijartina Hevşaredarên îro çûne ser sindoqan
Wargeha Ş. Rûstem ji bo hilbijartina Hevşaredarên îro çûne ser sindoqan
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro ji bo hilbijartina hevserokên şaredariyê çûn ser sindeqan. Di hilbijartina Şaredariyê de, ku her du salan carekê pêk tê îsal pênc namzetan li ber xwe didin.
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî îro di saetên siharê de çûne ser sindoqan. Hilbijartinên ku her du salan carekê pêk tên yên serokatiya şaredariyê îsal bi sîstema hevserokatiyê gel ji bo hevserokên şaredariya xwe diyar bikin çûne dengdanê.
Endamen hilbijartinên ku pênc kesan namzetiya xwe ji hevserokatiya şaredariya wargehê re danîne wê îro diyar bibin. Ji pênc namzetan, herî zêde 2 namzetên jin rastî eleqeyeke mezin tê.
Wargeh ku ji pênc taxan pêk tê, şêniyên wargehê jî her kes li taxa xwe çûne ser sindoqan. Tê payîn ku îro derengî şevê encamên hilbijartinên şaredariyê diyar bibin.
Li wargehê hîna hilbijartin berdewame.
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî zêdeyî 12 hezar penaber dijîn. Li kampa ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve statuya kampê jê re hatiye dayîn, li gel şert û mercên giran ên jiyanê, bi dayîna berdêlên giran re jiyan hatiye birêxistinkirin.
Kamp ji aliyê rêveberiyeke demokratîk ve tê rêvebirin. Tevî vê rêveberiyê bi dehan saziyên civakî yên sivîl, xebatên hawirdorê, aktîvîteyên siyasî, perwerdeya Kurdî, meclîs, karên hunerî, çandî û sporî derdikevin pêş.
Penaberên Wargehê ji bo vegera li Tirkiyê weke şert dixwazin dawî li şer bê anîn, pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane, demokratîk û siyasî bê çareserkirin, nasnameya Kurdan di destûra bingehîn de were ewlekirin, di zimanê dayikê de perwerdeya fermî bê dayîn û statuya polîtîk ji Kurdan re bê naskirin.